Li Luksemburgê dê jin heta ber Place d’Armes ê bimeşin
Jinên ku li Luksemburgê hatin ba hev bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê diyar kirin ku dê ji ber Gare yê heta meyîdana Place d'Armes a nava bajêr bimeşin.
Navenda Nûçeyan – Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê her sal jinan li qadan daxwazên xwe tanîn ziman, îsal ji ber sedema pandemiyê dê li gelek cihan çalakî li ser dijîtalê bên lidarxistin. Li Luksemburgê jî jin amadekariya meşek berfireh dikin. Jinên ku roja pêşemê li Luksemburgê hatin ba hev bernameyek a çalakiyan danîn pêşiya xwe. Dê jin li ber Gareyê bên ba hev û heta Place d’Armes a li nava bajêre bimeşin.