Li Libyayê jinên tedawiya derûnê dibînin rastî zextên civakî tên
Kêmasiya navendên dermankirina derûnî û tirsa ‘reşkirina’ malbatan li Libyayê dibe sedem ku jinên nexweşiyên derûnî nikaribin derman bibin û ev yek gelek caran dibe sedema serpêhatiyên ku dawiya wan mirin e.

MONA TUKA
Libya – Jinên Libyaya Başûr, ji ber şer, koçberî, şîdeta nava malbatê û zextên civakî du qat bi zextên derûnî re rûbirû dimînin. Bêdengiya civakê û tirsa ‘reşkirina’ malbatê, krîzên derûnî vediguherîne trajediyên rojane. Ji ber kêmbûna navendên derûniyê, gelek nexweş bêyî dermankirin û kontrola bijîjkên pispor dijîn.
Dawiya şîdet û demxekirinê mirin e
Meram Salim (bi navê lixwekiriî) a ji Başûr wiha behsa serpêhatiya xwişka xwe dike: “Xwişka min ji jiyan û xwendinê hez dikir lê ji ber şîdeta nava malbatê her tişt guherî. Xwest biçe daweta hevala xwe çû hinek dereng ma. Ji ber vê yekê birayên min ên mezin gelek lêdan. Piştî wê bi salan nehiştin derkeve derve, ji dibistanê hat girtin. Bêdeng bû, ji malê direviya, careke din vedigeriya û her car rastî lêdanê dihat.”
Li cihê dermankirinê malbatê wê bir ba sêrbazek; ji wan re got sêhr lê hatiye kirin. Xalê wê jî ji ber ji demxekirina “şêtbûnê” ditirsiya nehişt wê bibin derûnînas. Meram wiha didomîne: “Xwişka min gelek caran mir di rastiyê de; dema ku nehiştin biçe dibistanê, dema ku nexweşiya wê nehat pejirandin, dema ku wê bi hinceta sêhrê hat demxekirin. Di encamê de ji malê reviya, dema ku bi serê xwe li kolanan digeriya wesayîdê lê da û jiyana xwe ji dest da.”
Travmaya ku bi koçberiyê re çêdibe û têkoşîna bi civakê re
Heyat Adil (bi navê lixwekirî) ya koçber, wiha behsa travmaya ku piştî mala wê di şer de hilweşiya jiyaye dike: “Di nava pêlên bi panîk de bûm, min hîs dikir ku difetisim. Kesê êşa min fam nekir, ji min re gotin ‘îmana te qels e.’ Hevjînê min jî ji ber min nexweş didît min terikand lê ez çûm psîkiyatriyan, min tedawiya xwe domand û hêdî hêdî baş bûm lê vê yekê min ji demxebûnê rizgar nekir. Cîranên min gelek caran ji min re dibêjin şêt, hinek ji wan jî dibêjin li gorî zewac û dayîktiyê nîn e. Zarokên min gotin ‘şêtbûn genetîk e’ dibihîsin. Ez ji nexweşiya pêlên panîkê rizgar bûm lê ji gotin û tometên civakê rizgar nebûm.”
Bêdengiya li pişt deriyên girtî
Sade Muhammed (bi navê lixwekirî), wiha behsa pêvajoya piştî welidandinê dike: “Min bebikê nedipejirand, nikaribûm şîr bidimê. Îzoel bûbûm, bê sedem bi tirs û hêrs bûm. Malbata min rewşa min fam nekir; nizanibûn ku ev yek merheleyeke xwezayî ye ji bo jinan û pêdivî bi destekê heye. Civak dibû sedem ku ez xwe sûcdar bibinim, weke ku dayîkek bêkêr bim. Ger kesek ji min re psîkiyatrî pêşniyar bikira yan jî destek bida min, dibû ku rewşa min pir cuda bûya. Min hêdî hêdî dest bi dermankirinê kir, bi demê re bi ser xwe ve hatim û jiyana min asayî bû. Pirsgirêk nexweşî nîn e, kêmasiya zanînê ye. Ger destek bihata dayîn dê êş siviktir bûna û hêvî mezintir bûya.”
Li Libyaya Başûr rewşa derûnî
Şêwirmenda derûniyê Selîme Zeydan ku mudura Ofîsa Karên Derûnî û Civakî ya Daîreya Xizmetên Tendirustiyê ye wiha behsa rewşa li herêmê dike: “Li vê derê tenê dîspanseriyeke psîkiyatrî heye, tenê odeyek e. Tecrubeya min a 14 salan heye, ez bi gelek pisporan re xebitîm lê tecrubeya min bi tenê têr nake. Ez her dem dibêjim ku divê navenda psîkiyatrî ya xwedî hemû teşkilat were avakirin lewre li herêmê nexweşiyên derûnî her diçe zêdetir dibin.”
Selîme Zeydan der barê sedemên nexweşyan de wiha dibêje: “Tevlîhev e û gelek sedemên wê hene. Sedemên şexsî, genetîk, hawirdor, madî û pirsgirêkên malbatî hene. Zexta derdorê li ser tendirustiya ruh bandoreke mezin çêdike. Hestên hatine çewisandin û nehatine jiyîn yek ji sedemên herî girîng in. Nexweşiyên zêde tên dîtin şîzofrenî, tevlîheviya kesayetî (mînak narsîszim), depresyon, anksiyete, pêlên panîkê, tevlîheviyên obsesîf kompulsîf, di zarokan de spektroma otîzmê û xirabiya axaftinê, tevgerên nelihev in. Nezanî û reşkirina ji aliyê civakê ve, dibe sedem ku bi derengî kes ji bo dermankirinê serî li pisporan bide loma pirsgirêk mezintir dibin.”
‘Malbat ji bo kesên nexweş an serî li sêrbazan an jî şîfaya bi riya olî didin’
Selîme Zeydan, balê dikşîne ku divê malbat şiyar û zana bibin û wiha dibêje: “Gelek kesên nexweş an serî li sêrbazan an jî li rêbazên şifaya olî didin. Ev rewş dibe sedema berdewamiya pirsgirêkê û xirabtir dike. Her wiha bi ciwanan re pirsgirêkên mubtelabûnê hene. Ger şiyarî û zanebûn çêbibe dibe ku ev rewş kêm bibe.”
Selîme Zeydan li ser bandora reşkirinê jî got: “Hebûna navendek bi tenê, bi nexweşiyan re hestên tenêtî û tirsa ji civakê çêdike. Ger navendên bi teşkilat werin avakirin dê reşkirin kêm bibe, miroz zûtir serî li bijîjkan bidin. Jin zêdetir bi hêsanî hestên xwe îfade dikin, mêr wisa nîn in, ev yek jî dibe sedem ku encam ji bo mêran girantir bin.”
Selîme Zeydan ji bo zarok û ciwanan bal kişand ser girîngiya bernameyên kêfxweşiyê û got: “Tunebûna navendên kêfxweşiyê nexweşiyên derûnî zêdetir dike. Lîstik, seansên terapiyê yan jî rêbazên hêsan ên weke sohbeta bi malbatê re jî zextê kêm dike.”
‘Ji bo jinan barê nexweşiya derûnî duqat e’
Psîkoterapîst Salme el-Yaqa, ya mudura Ofîsa Karên Psîkolojîk û Civakî ye wiha dibêje: “Jin îro ji mêran zêdetir berpirsyariyê digrin, ev yek jî xwe bi nexweşiyên ruhî û fizîkî dide der. Jin fêrî ajotina wesayîdan dibin, rolên pêşeng digrin ser xwe, dixebitin, di heman demê de jî barê malê li ser pişta wan e. Ev yek di warê ramanî de nêrîna wan berfireh dike lê pirsgirêkan çêdike. Van barên ku ji gelek aliyan ve li ser milên jinan in, bi taybetî di dema ducanîbûnê de zêde dibin. Mehên destpêkê lihevketina mîde, stres, fikar û depresyona piştî welidandinê tê dîtin. Dema ku malbat vê rewşa jinan cidî nagirin, jin bê derman dimînin. Civak qet nafikire ku pêdiviya jinan bi desteke derûnî heye. Halbukî mêrek rojek bi tenê ewqas berpirsyariyan bigre ser xwe dê zor lê were. Tevî vê yekê jî barê li ser milên jinan, keda wan nayê dîtin û ev yek jî xwe bi nexweşiyên ruhî û fizîkî dide der.”
Reşkirina civakî û kêmasiya hayjêbûn û zanînê
Seroka şaxa Sebha ya Sendîkaya Psîkologan û Pisporên Xizmetên Civakî Ayşe bin Yahmed li ser mijarê wiha dibêje: Hê jî civak kesên diçin klînîkên psîkiyatriyê biçûk dibîne û bi çavekî kêm li wan dinêre. Gelek caran gotinên ‘şêt’ an jî ‘bê aqil’ tên gotin. Ev yek jî kêmasiya hayjêbûn û zanîna civakê nîşan dide. Nêzikahiyeke wiha nexweş ji dermankirinê dûr dixe, ber bi depresyon heta xwekuştinê ve dibe.”
Li gorî qeydên ofîsê gelek nexweşên ku dikarin werin dermankirin, ji ber sedema reşkirinê naxwzin biçin bijîjk. Li Sebhayê û derdora wê ji ber tunebûna navendên psîkiyatrî nexweşî girantir dibe û civak jî vê rewşê ji nedîtî ve tê. Dermankirina di demê de gelek caran bi seansek, bi derman an jî bi pêvajoyeke axaftinê dibe sedema başbûnê.
‘Mêjî bi zanînê xwedî dibe her ku zanîna rast çêdibe raman bi pêş dikeve’
Ayşe Bin Yahmed balê dikşîne ser perwerdeya civakî û zanebûnê û wiha dibêje: “Mêjî bi zanînê xwedî dibe. Her ku zanîna rast çêdibe, raman bi pêş dikeve. Rola şêwirmendên derûnî yên li dibistanan jî girîng in. Qutiyên hêviyê û qutiyên fikir ên ji bo xwendekaran, bûn sedem ku pirsgirêkên wan werin famkirin. Bi wê yekê me nexweşan zû tesbît kir û berê wan de cihên pêwendîdar. Peywira şêwirmendên psikolojik tenê bi zexta dibistanê bi sînor nîn e. Bi şopandina bandorên malbatî û civakî, berê xwendekaran didin cihên rast. Ez bang li malbatan dikim: Nabe ku hûn keça xwe ji ber reşkirina civakê di malê di bigrin. Bila gotinên mirovan we ji piştgiriya ji bo zarokên xwe dûr nexin.”
Nexweşiyên ruhî ji ber şîdet koçberî û zextan çêdibin bi reşkirina civakê girantir dibin
Dema ku serpêhatiyên mirovan û axaftinên pisporan dibin yek, trajediya jinên li Libyaya Başûr zelal dibe. Nexweşiyên ruhî yên ji ber şîdet, koçberî, zextên jiyanê dest pê dikin, bi reşkirina civakê û kêmasiya destekê girantir dibin. Lê weke ku pispor jî dibêjin; dermankirina derûnî pêkan û bi bandor e. Ji bo guherînê, civakeke zana, navendên pispor û perwerdeya malbatî ya berfireh pêwist e. Bi wê yekê dê jin û zarok bê tirs bikaribin baş bibin, êşên derûnî siviktir bibin.