Hejmara kesên li Xezayê hatin qetilkirin 65 hezar û 141
Li Xezayê di 24 seatên dawî de 79 kesên din jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan bû 65 hezar û 141’an.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên artêşa Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha bênavber didome. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê, bi daxuyaniyek nivîskî têkildarî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûnê de agahiyên dawî parve kir.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 79 mirî û 288 birîndar anîne nexweşxaneyên li Zîvala Xezayê. Hate îfadekirin ku di 24 saetên dawî de, cenazeyên 9 kesên di encama êrîşên li dijî kesên li benda alîkariyê de mirine anîne nexweşxaneyan û 33 birîndar jî tê tadawîkirin.
Hate destnîşankirin ku artêşa Îsraîlê li Zîvala Xezayê, agirbesta 19’ê Çileyê xirab kir û ji 18’ê Adarê heta niha di êrîşên pêkanî de 12 hezar 590 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane û 53 hezar û 884 kes jî birîndar bûne.
Bîlanço zêde dibe
Di êrîşên bipergalî yên Îsraîlê-DYA’yê plankirî ya li dijî xalên belavkirina alîkariyê, Filistîniyan dike hedef, hejmara kesên ji 27’ê Gulanê hate niha hatin qetilkirin bû 2 hezar û 513’an û hejmara birîndaran jî giha 18 hezar û 414’an.
Hate diyarkirin ku hejmara kesên ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji dest dane giha 65 hezar û 141’an û hejmara birîndaran jî bû 165 hezar û 925’an. Hate destnîşankirin ku li Zîvala Xezayê hê dibin xirbeyan de bi hezaran cenaze mane, zêdeyî 9 hezar kes jî windane.