Li Lîbyayê di goreke komî de cenazeyên 65 koçberan hate dîtin

Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IMO), ragihand ku li başûrrojavayê Lîbyayê "goreke komî" ku herî kêm cenazeyên 65 koçberan tê de heye, dîtine.

Navenda Nûçeyan- Berdevkê saziya NY’ê ji AFP'ê re axivî û diyar kir ku gora komî ku herî kêm cenazayên 65 koçberan tê de heye, "ji aliyê rayedarên ji ewlekariyê berpirsyar ve" hatiye dîtin.

IOM'ê di daxuyaniya xwe de, wiha got: ''Şert û mercên mirinên wan nayê zanîn. Her wiha hemwelatiyên kîjan welatî ne nayên zanîn” lê derbarê cenazeyên hatine dîtin jin in ango mêr in jî agahî neda.

Rêxistin, di wê baweriyê de ye ku koçber "di dema derbasbûna wan a veşartî ya li çolê de" mirin e.

Hate xwestin nasnameyê koçberên mirine bê diyar kirin

Her wiha IOM'ê, da zanîn ku rayedarên Lîbyayî lêkolînan li ser van mirinan dikin û wiha got: "ji wan û saziyên neteweyên yekbûyî daxwaz dikin ku cenazeyan bi awayekî hesas derxin, nasnameyê koçberên mirine diyar bikin, ji bo veguhestina wan xebat bê kirin, malbatan agahdar bikin û alîkariya wan bikin."

Li gorî projeya Koçberên Winda yên IOM'ê di sala 2023'yan de li ser rêya Akdenizê herî kêm 3 hezar û 129 koçber mirine an jî winda bûne.

Banga xurtkirina hevkariya herêmî hate kirin

IOM’ê, bang li hemû hikûmet û rayedarên li ser vê rêya koçberiyê dikin ku “Statuya wan çi dibe bila bibe, di her qonaxa rêwîtiya wan de” ji bo ewlebûn û parastina koçberan hevkariya herêmî xurt bikin.