Li Koyê perwerdeya alîkariya destpêkê

Li navçeya Koyê ya Hewlêrê , 40 xwendekarên ku beşdarî dewreya tenduristî û alîkariya destpêkê bûn, diyar kirin ku tevlîbûna zêde ya jinan a li perwerdê, bûye sedema şanaziyê û dan zanîn amade ne di rewşên awarte de xizmeta civaka xwe bikin.

ŞILÊR KOYE

Koye – Li Koyeyê dewreya Tenduristiyê û Alîkariya destpêkê,  ji hêla Rêxistina Pêşxistina Ciwanan û Komeleya Pêşxistina Navneteweyî ya Kanadayî (CBAA) ve hatibû organîzekirin, bi dawî bû. Di nav bernameya dewreya ku 5 rojan berdewam kir de rojê 3 saet, perwerda pratîkî û teorîk cih girt. 40 xwendekarên ku beşdarî perwerdê bûne, bawernameyên xwe stendin.

Kanî Beşda ku yek ji beşdarên dewreyê bû û xwendekara Fakulteya Zanistê ya Zanîngeha Koyeyê ye, da zanîn ku beşdarî dewreya hemşîretî û lênêrîna birînan bûye û wiha got: “Min ev bêhnvedana havînê wekî derfetek dît da ku ez ezmûneke nû qezenc bikim. Her çend ez xwendekar bim jî, ji bo min girîng e ku ez di qadên nû de ji derveyî beşa xwe bibim xwedî ezmûn. Bi taybetî dewreyên hemşîretiyê alîkariyên destpêkê ji bo her kesan pir girîng e. Her çend dema perwerdeyê kurt bû jî. Lê belê em fêrî gelek tiştan bûn. Girîngiya vê dewreyê di vir de ye ku dema bûyereke li malê an li derve rû bide, tu dikarî alîkariya destpêkê bighînî wî/wê, heta ku bighîje bijîşk û nexweşxaneyê.”

‘Beşdariya jinan a li dewreyan ji bo civakê xizmetek mezin e’

Berpirsa Beşa Rêxistinan li Navenda Koyeyê Rezna Feryad, ku di merasîma dawiya perwerdê de amade bû, diyar kir ku ji ber beşdariya zêde ya jinan şanaz in û wiha axivî: “Ez spasiya Rêxistina Geşepêdana Ciwanan dikim ji bo vekirina vê dewreyê. Bi taybetî jî ji bo jin û ciwanan ku tê de hejmareke berçav ji kesên ku dixwestin fêr bibin, beşdar bûn. Ya ku mirov kêfxweş dike ew e ku piraniya beşdaran jin in. Ez hêvî dikim ku rêxistin di pêşerojê de çalakiyên zêdetir pêşkêşî jinan bikin. Girîng e ku rêxistin di pêşkêşkirina agahiyan û vekirina dewreyên cihêreng de ji bo jinan xwedî rol bin, bi taybetî jî di dema havînê de. Ji ber ku jin di nav civakê de roleke girîng dilîzin û bêguman beşdariya wan a li van dewreyan, ji bo civakê xizmeteke mezin e.”