Li Kobanê û Hesekê şoreşgera Kurd Zeynep Kinaci hat bibîr anîn
Jina Kurd a têkoşer û şoreşger Zeynep Kinaci li Kobanê û Hesekê hat bibîr anîn.
Navenda Nûçeyan – Zeyneb Kinacî bi nasnav (Zîlan) di encama çalakiyeke fedayî li dijî leşkrên dewleta tirk a dagirker li Dersim a Bakurê Kurdistanê di sala 1996'an de pêk anî, jiyana xwe jidest da. Zîlan di salvegera xwe ya 26'emîn de, îro Kongra Star a navçeya Til Temirê a Kantona Hesekê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Meclisa Malbatên Şehîdan civîneke giştî ku mêr û jin beşdarê bûnê lidar xist.
Kobanê
Bi boneya 26`emîn salvegera çalakiya fedayî ya Zeyneb Kinaci, rêxistina Kongra Star a herêma Firatê civînek lidar xist.
Di civînê de bi sedan jinên Kobanê, Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, Asayîşa Jin, kom û meclîs amede bûn.
Civînê li hola Çand û Hûnera Baqî Xido bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre berdevka kordînesyona Kongreya Star ya herêma Firatê Macîde Hesûn axivî û got: "Di meha Hezîranê de bîranîna gelek jinên têkoşer û berxwedêr, her wiha gelek komkujiyên ku jin hedef girtin hene. Têkoşer Zîlan ku weke vê rojê beriya 26 salan li dijî hişmendiya dewletê ya faşîst û qirker ku hebûna gelê Kurd û jin kir hedef, bedena xwe kir volkan û çalakiya fedayî pêk anî. Em jî îro ji bo bîranîna şehîd Zîlan li vir kombûn e. Em îro weke jinên Kurdistanê û yên Rojhilata Navîn jî li ser şopa têkoşerên weke Zîlan têkoşîna xwe dewam dikikin û destkeftiyan qezenc dikin."
Paşê endama KPC`ê ya herêma Firatê Xûnav Ibrahîm hersê namyên têkoşer Zîlan ku ji bo rêberê gelê Kurd Abdullah Ocelan, Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê kurd û Azadîxwaz nivîsîbûn, xwend.
Di dawiya civînê de Koma mûzikê ya Hîlala Zêrîn stran diyarî giyana têkoşer Zîlan kirin.
Civîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.
"Têkoşer Zîlan ji bo hemû jinan sembol e"
Rêveberiya peymangeha şehîd Qezafî ya bajarokê Sirînê Fatma Mele ku ji pêkhateya Ereb e, wiha axivî: "Şehîd Zîlan bi sekin, kesyat û çalakiya xwe ji tevahî jinan re bû sembol, em weke jinên Ereb jî wê ji bo xwe çavkaniya têkoşînê dibînin. Li ser vê bingehê me weke jinên bajarokê Sirînê xwebirêxistin kir û êdî hebûna me diyar e. Em li ser şopa şehîd Zîlan, li dijî hişmendiya dewlet-netew, civak û mêrê serest têdikoşin. Emê vê têkoşînê jî bilind bikin da ku em bighêjin armanca têkoşer Zîlan û şehîdên din."
Til Temir
Bi pêşengiya Rêxistina Kongra Star a navçeya Til Temirê a Kantona Hesekê, ji bo salvegera 27'emîn a şehadeta Zîlan (Zeyneb Kinacî) civînek lidar xistin.
Piştî deqeyek rêzgirtin nameya jina Kurd a şoreşger Zeynep Kinaci ya ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gel nivîsandibû ji aliyê Rêvebera Kongra Star Madlên El-Ibêd ve hate xwendin.
Paşê Endama Rêveberiya Kongra Star Raperîn Nûrheq axivî û wiha got: " (Zîlan) tu gotin nikare hêz û enerjiya wê îfade bike, ji ber di dîroka dunyayê de mirovên wiha pir kêm derketine. Dewleta tirk digotin ku me Dêrsim bin ax kir û êdî Kurd nema li wir serî hildidin, lê dekretina Zîlan ji wir û çalakiya wê ya fedayî li dijî dewletê bersiveke herî tund bû. Ji Dersim pir zîlan derketin, bûn pêşeng, şoreşger û lehingên azadiyê. Şehîd Bêrîtan û Sakîne jî ji Dersimê bûn, bi hezaran keç navê Zîlan li xwe kirin û çeka rûmetê rakirin. Îro jî bi dewamkirina Şoreşê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hêz û enerjiyeke mezin ku me ji rihê Zîlan girtiye em amade ne ku dijmin bişkînin û wekî Zîlan bersiveke tund bidin."
Civîn bi diruşmeyan bi dawî bû.