Li Kobanê û Helebê têkoşerên komkujiya Parîsê hatin bibîranîn

Li kantona Kobanê û Helebê bi pêşengiya Kongra Star bi sedan jin, bi dirûşma "Bi rihê sakîne, Fîdan û Leylayan em ê faşîzm û dagirkeriyê têk bibin û azadiya jinan misoger bikin" meşiyan. Jinan destnîşan kir ku ew ê li ser şopa têkoşerên komkujiya Parîsê têbikoşin û azadiyê bi dest bixin.

Heleb/Kobanê- Rêxistina Kongreya Star a herêma Firatê ji bo bîranîna têkoşerên di komkujiya 9`ê Çileya 2013`an de li paytexta Fransa, Parîsê jiyana xwe ji dest dan Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şeylemaz, meş bi rêxistin kir. Di meşê de bi sedan ji jinên kantona Kobanê, Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, TEV-DEM, meclisa malbatên şehîdan û hwd. amade bûn. Jinan wêneyên têkoşerên komkujiya Parîsê, Silopî, Helincê, komkujiya ciwanan, Hevrîn Xelef, Hind û Seida, posterên rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star, meclisa malbatên şehîdan û pankartên bi nivîsên "Erdogan hersê têkoşer qetil kirin", "qetilkirina jinan qetilkirina civakê ye" û "hevkariya we me dikuje" hildabûn. Meşê ji qada şehîd Egîd bi berzkirina dirûşmên "Jin jiyan azadî", "berxwedan jiyan e" û "şehîd namirin" dest pê kir, ber bi qada Jina Azad ve çû û rawestiya. Li qada Jina Azad ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê ji bo deqeyek rêzgirtinê hat sekinandin. 
Berdevka Meclisa Edaleta Jin a Edaleta Civakî ya Herêma Firatê Felek Yusif têkildarî mijarê got: "Lihevkirina ku di navbera Fransa û Tirkiyeyê de çêbû, armanca xwe şikandina vîna tevahî jinên cîhanê bû her her wiha xwestin ku jin dûrî qada azadî û têkoşînê biçin. Lê ev komploya duyemîn li komplogeran vegeriya û têkoşîna jinan xurtir bû, tevgera azadiya jinan mezintir bû û daxwaza azadiyê zêdetir bû. Dewleta tirk ji 2013`an ve heta niha kiryarên xwe didomîne, duh li ber çavên tevahî cîhanê gel, zarok û jinên Kobanê topbaran kir. Kobaniya ku ji ber tevahî cîhanê ve şerê DAIŞ`ê ki  û ew ji terora çeteyan parast, îro rastî tevahî êrîşên dewleta tirk tê. Dewletên cîhanê tevahî deyndarên berxwedaniya Kobanê ne lê îro bêdengiya wan dibe sedema ku zarokên me lingên wan jêbibin. Jinan pêşengiya vê berxwedanê jî kirin ji lewre ew deyndarên Sakîne, Fîdan û Leyla ne jî. Lê em bi komkujî, êrîş û topbaranê qir nabin, em hene û em ê her tim hebin."
"Hemû hêz hevkarên dewleta tirk in"
Jinên ku cihê xwe di meşê de girtin, bertekên xwe ji ajansa me re anîn ziman. Edlê Ceradê ku ji naveçya Çelebî beşdarî meşê bû helwesta xwe wiha anî ziman: "Em di destpêkê de hersê têkoşeran bi bîr tînin û bejna xwe li hember wan ditewînin. Ew komkuiya ku li Parîsê pêk hat, Fransa jî bi dewleta tirk re hevkar bû. Heger di wê demê de hesab ji dewleta tirk bihata xwestin û bihata cezakirin, dewleta tirk nikaribû îro ewqas komkujî û kiryar pêk bianiya. Dewleta tirk duh jî êrîşî bajarê me kir, çi sûcê wî zarokî hebû, lingê xwe ji dest bide. Kobanê di ber tevahî cîhanê de bedelên giranbuha dan, cîhan di wê demê de xwedî li Kobanê derdiket. Lê îro dema ku dewleta tirk kiryarên ji çeteyên DAIŞ`ê xirabtir dike, hemû hêz bêdeng dimînin. Ev hêz û tevahî rêxistinên mafên mirovan, li gorî berjewendiyên xwe yên hegemon tev digerin, ji ber vê em ê xwedî li axa xwe û xwîna şehîdên xwe derkevin."
"Dixwazin me qir bikin"
Her wiha Leyla Ehmed nêrîna xwe wiha parve kir û got: "Komkujiyên dewleta tirk ên li hemberî jinan gelek in lê dîrokên wê cuda ne. Em jî îro ji bo bîranîna cangoriyên komkujiya Parîsê li ser piyan e. Dewleta tirk dixwaze gelê Kurd qir bike, em dibînin şerê taybet, siyasî û leşkerî jî bi kar tîne. Lê em tu carî qir nabin û dawî li me nayê. Li ser vê bingehê em hevkariya tevahî cîhanê ya bi dewleta tirk re dizanin, heta hêzên ku îro li herêmên me dimînin ji ber berjewendiyên xwe li vir in."  
Jinên Helebê jî ji bo bîranîna Sakîne û hevalê wê meşiyan
 
 Bi boneya salvegera bîranîna Sekîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ku 9'ê Çileya 2013'an li paytexta Frensa Parîsê hatin qetilkirin, kongra Star a bajrê Helebê di bin dirûşma “bi rihê berxwedaniya Sakîne, Leyla û Fîdan em ê Rêber Apo teqez rizgar bikin”meşek girseyî bi tevlibûna bi sedan şêniyên taxê û endamên sazî û dezgehên sivîl, li dar xistin. Meş ji pêşiya jêrzemîna yasîn a ku diket taxa Şêx Meqsûd Xerbî dest pê kir û heta pêşiya parka Efrînê ya ku dikeve taxa Eşrefiyê berdewam kir. Di meşê de wêneyên Rêber Gelê Kurd Abullah Ocalan û şehîdên jin û alên kongra Star û Saziya Malbatên Şehîdan hatin hildan. 
“Saziyên navneteweyî yên mafê mirovan bêdeng in”
Meşê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir paşê endama kongra Star Hêvîn Silêman axivî û got: “Weke me dît duh dewleta tirk careke din li ser gelê me yê herêma Kobanê komkujî pêk anî û careke din gelê me yê sivîl kir hedefa xwe, em di şexsê şehîd Sekîne Cansiz, Leyla Şeylemez û Fîdan Dogan de hemû şehîdên xwe bi bîr tînin û bejna xwe li hember wan ditewînin û soza tolhildana wan didin. Ev bûyerên ku heta roja îro berdewam dike li ser gelê me hemû planên dewleta tirk ên qirêj in. Ev komkujiya ku li Parîsê ji aliye îstîxbarata dewleta tirk û dijminên gelê Kurd ve hat kirin heta roja îro berdewam dike. Çawa niha li herêmên dagirkirî hemû kiriyarên dijmirovî dide meşandin dixwaze li herêmên me yên ewle jî wisa bike. Ev tişt jî li pêşiya çavên hemû saziyên navneteweyî û yên mafên mirovan diparêzin tên kirin lê helwest nayê nîşandan.”
Her wiha li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Fatimê Îbîş axivî û got: “Kes tune ye û Sakîne Cansiz nas nake her kes di xeta azadiya jinan de kar dike û riya wan dişopîne. Em ji wan re serkeftinê dixwazin. Sakîne Cansiz ji bo jinan bû xetek û navnîşana azadiya hemû jinan. zîhniyeta dewletên desthilatdar ên ku ji jinên zana hez nakin û naxwazin jin bi pêş bikevin her dem jinan dikin hedef. Daxwaza dijmin ew e ku her tim jin bibin koleyên sîstema wan. Lê jin êdî zana bûne, nema desthiladariyê qebûl dikin. Em jî weke Meclisa Malbatên Şehîdan em ê li ser soza şehîdên xwe bin heta ku em xeyalên wan ji bo Kurdistana azad û jinên azad pêk bînin, em ê xebata xwe berdewam bikin.
Meş bi dirûşma “Jin jiyana azadî”bi dawî bû.