Li Kifrî jinek ciwan ya 14 salî hat qetilkirin
Li bajarokê Kifrî jinek ciwan Îman Berzan Şikur ya 14 salî ji aliyê bavê xwe ve hat qetilkirin, kujer piştî bûyerê reviya.
Navenda Nûçeyan – Di bin rûpoşa bav, bira, mêr de êriş û tûndiya li ser jinan weke polîtîkayek bingehîn a pergala mêr-dewletê didome. Hat ragihandin ku li bajarokê Kifrî ya ser bi Herêma Germiyanê jinek ciwan ya 14 salî Îman Berzan Şikur, ji aliyê bavê xwe ve hatiye qetilkirin.