Li kampa Holê gelek çete hatin girtin û amûrên sûc hatin dîtin
Rêveberiya Ragihandina Asayîşa Jinan a Herêma Cizîrê Nalîn Ebdilqadir Operasyona Mirovî û Ewlehî nirxand û got ku di van operasyonên taybet de gelek çete û kesên bi guman hatine girtin, her wiha alavên îşkenceyê hatine dîtin.
SORGUL ŞÊXO
Hesekê - Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kirin ku tenê di vê salê de 44 bûyerên kuştinê rû dane 16 jê jin in. Ji lewre li Kampa Holê ya ku 45 km. rojhilatê bajarê Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikeve Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya YPJ û QSD'ê pêngava duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di 25'ê Tebaxê de dan destpêkirin û operasyon di roja heştemîn de bi hemu leza xwe didome.
Der barê pêşketinên ku di vê hefteyê de rû dane Rêveberiya Ragihandina Asayîşa Jinan a Herêma Cizîrê Nalîn Ebdilqadir axivî.
"Çakûçên ku bi wan li serê jinan dixistin û ew dikuştin hatin dîtin"
Nalîn Ebdilqadir wiha behsa kêlî û pêşketinên operasyonê kir: "Ji roja destpêkê ve heya îro nêzî 125 kes bi gumana endamên DAIŞ’ê hatine girtin û lêpirsîna wan didome. Zêdetirî 116 konên ku wekî dibistanên şerî yên ji bo perwerdekirina zarokan li ser fikrên DAIŞ'ê dihatin bikaranîn hatin rakirin. Gelek tunelên ku şane û çeteyan ji bo xwe û çekên xwe û derketina derveyî kampê bi kar dianîn hatine dîtin. Her wiha alavên tûj ên ji bo kuştina kesên di kampê de bi kar dianîn hatin dîtin, wekî çakûç û paketa cebilxaneyê her wiha alavên leşkerî hatine dîtin. Herî zêde me çakûç girtibûn ji ber kuştinên herî zêde di vê kampê de rû didan bi vê alavê bûn."
"5 çeteyên ku perspektîf didan kampê hatine girtin"
Nalîn Ebdilqadir bi bîr xist ku di fêzên hatine paqijkirin de operasyonên taybet hene û wiha domand: "Di fêzên ku lêgerîn tê de bi dawî bûbûn, operasyonên taybet tên kirin û di encama operasyona taybet di fêza yekê di roja 31'ê Tebaxê de 11 kesên bi guman hatin girtin. Di nav 11 kesan de 5 çeteyên ku perspektîf didan kampê hebûn her wiha 6 kesên din jî niha di lêpirsînê de ne."
"Em hewl didin kampê ji bo jinan bi ewle bikin"
Nalîn Ebdilqadir da zanîn ku jin roleke sereke dilîzin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Jin di operasyonê de roleke sereke dilîzin derdora kampê diparêzin, di xebatên lêgerîna konan û kontrolkirina jinan de cih digrin her wiha li cihê girtina nasnameyên penaber û koçerên di hundirê kampê de basmeyên wan digrin. Ruxmî hebûna parastinê di kampê de jin tên kuştin. Di vê operasyonê de em hewl didin kampê ji şane û çeteyan paqij bikin û bi ewle bikin ku jin bikaribin bi rehetî lê bijîn. Herî zêde di hundirê kampê de jin bi destên jinan tên kuştin."
"Cil û bergên zarokan hişmendiya ku bi wan dane fêrkirin radixe ber çavan"
Nalîn Ebdilqadir wiha pêl da gotinên xwe: "Bi riya perwerdekirina zarokan a di konan de jin bêtir fikrên DAIŞ'ê belav dikin. Nifşeke pir xeter mezin dibe û pêşerojê ber bi tarîtiyê ve dibe. Zarokên ku li kampê dijîn hemû cil û bergên reş ku tenê çavên wan xuya dikin li xwe kirine. Ji cil û bergên zarokan diyar dibe ku li ser çi fikr û hişmendiyê tên perwerdekirin û mezinkirin. Dema ku em nîşaneya serkeftinê bilind dikin, zarok nîşaneya tiliyeke tenê ango nîşaneya DAIŞ'ê li hemberî me radikirin. Her wiha nîşaneya ku em ê serê we jî jê bikin dikin."
"Em bi hev re bibin alîkar, xeterê kêm bikin û kampê ewle bikin"
Nalîn Ebdilqadir bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Em bi hev re hewl bidin hemû dewlet û welatên hundir û derve ji fikrên DAIŞ'ê biparêzin û kampê bi ewle bikin. Ji ber xetera li kampa Holê îro tê jiyîn ne tenê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser cîhanê tevahî ye. Ji gelek belge û alavên ku hatine dîtin diyar dibe ku têkiliyên van malbatan bi derve re hene. Em bi hêvî ne ku her welat werin hemwelatiyên xwe ji kampê derxin da ku em bikaribin vê xeterê kêm bikin."