Dayika ku ji bo kurê xwe yê girtî nobetê digirt, rakirin nexweşxaneyê
Dayik Gulan Ateş a ku ji bo kurê Kurbanî Ozcan ku di girtîgehê rastî îşkenceyê tê nobeta edaletê da dest pê kirin, di roja duyemîn a nobetê de rihetsiz bû û rakirin nexweşxaneyê.
Amed – Dayika girtî Kurbanî Ozcan ku bi raporan hate tespîtkirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 3’an a Amedê îşkence lêkirine, Gulan Ateş diyar kir ku kurê wê ji aliyê midurê girtîgehê bi gotinên "Dê cenazeyê te ji vir derkeve” gef xwariyê, duh li ber edliyeyê dest bi nobeta edaletê kir. Dayik Gulan Ateş di roja duyemîn a çalakiya xwe de rihetsiz bû û ew rakirin nexweşxaneyê.
Gulan Ateş ku agahî da Ajansa Mezopotamyayê, diyar kir ku kurê wê 10 sal in di girtîgehê de ye û nikarê bi kurê xwe re hevdîtin pêkbinê. Dayika ku diyar kir piştî kurê wê bi telefonê hevdîtin pêk aniyê û diyar kiriye ku gef lê tê xwarin, ji bo hevdîtina kurê xwe hatiye Amedê, da zanîn ku piştî rêveberiya girtîgehê destûr nedaye hevdîtinê pêkbîne, ji dozgeriyê destûra taybet girtiye lê tevî vê jî nekariyê bi kurê xwe re hevdîtin pêk bîne.
Gefa "dê dayika te cenazê te bigre"
Diyar kir ku, di hevdîtina telefonê de kurê wê jê re gotiye ku, "Dayê, gardiyanan li min xistin. Piştre min ji midûr re got. Midûr jî gotiye Erziromî Ermenî ne, dê cenazê te derkeve. Tu yê nikaribi ji vir sax derkevî. Dayika te dê cenazeyê te bigre.”
Gulan Ateş anî ziman ku di dema hevdîtinê de telefon qut bûye û piştre dîsa telefon hatiye kirin, got ku di berdewamiya axaftinê de kurê min ji min re wiha gotiye, “ Min dibin odeya bi sînger. Li vir pihînan li bibin didin. Rêveber û gardiyanan li min xistin.”