Li kampa Êzidiyan a li Zaxoyê şewat derket

Li Wargeha Bacid Kendala ya li qezaya Zaxoyê ku koçberên êzidî lê dimînin şerwat derket. Gelek kon şewitîn.

Navenda Nûçeyan – Hat hînbûn ku li Wargeha Bacid Kendala ya li qezaya Zaxoya Herêma Federal a Kurdistanê, koçberên Êzidî lê dimînin agir bi konekê ket û piştre şewat berfireh bû.

Piştî derketina şewatê tîmên agirkujiyê çûn cihê şewatê û hewl dan ku agir bivemîrînin.  

Li kampa Zaxoyê hezar û 684 malbat li wargehê dibînin û piraniya koçberên Şengalê ne.