Li Kabulê sê xwişkên ku parêzvanên mafên jinan bûn hatin girtin

Sê parêzvanên mafên jinan ên ku xwişkên hev û birayê wan Azadeh Rezaeî, Elaha Rezaeî, Nadiya Rezaeî û Yahya Rezaeî li herêma Barchî ya li rojavayê Kabulê hatin girtin û wan ber bi cihekî nediyar ve birin.

Navenda Nûçeyan- Li gorî raporên hatin weşandin, di rojên borî de sê jinên ciwan ên parêzvanên mafên jinan û endamên Tevgera Jinên Efganî yên xwişkên hev û birayê wan Yahya Rezaeî yê 22 salî rastî êrîşa hêzên Talîbanê hatin û li malên xwe yên taybet ên li herêna Barchî yên li rojavayê Kabulê hatin girtin û wan ber bi cihekî nediyar ve birin.

Li gorî agahiyan, xizmên parêzvanên mafên jinan, serî li 13, 18 û Wezareta Navxweyî ya Talîbanê dane lê heta niha der barê rewş û cihê wan de tu agahî bi dest nexistine.

Heta niha der barê sedemên girtina Azadeh Rezaeî, Elaha Rezaeî, Nadiya Rezaeî û Yahya Rezaeî de tu agahî nehat parvekirin.