Foza Yûsif: Dê mafê hemu pêkhateyan bên parastin
Endama Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsif destnîşan kir ku bi peymana di navbera HSD û rêveberiya demkî ya Sûriyeyê re dê hemû kêmaniyên Sûriyeyê bên parastin û got: “Ji bo çareseriyê dê tu kes li derve nemîne.”

Navenda Nûçeyan – Di 10’ê Adarê de di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û rêveberiya demkî ya Sûriyeyê de peymanek hate îmzekirin. Peyman ji 8 xalan pêk dihat û hat diyarkirin ku dê tevahiya mafên makezagonî yên Kurdan bên misogerkirin. Di heman demê de bêyî ku li ol û etnîka civakê binêre, mafên nûnertî û beşdarbûnê yên hemû Sûriyeyiyan dê bên misogerkirin.
Endama Desteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif der heqê peymanê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û got ku dê tu kes li derveyî çareseriyê neyê hiştin.
Foza Yûsif anî ziman ku peyman rêgezên bingehîn dide diyarkirin û got: “Careke din tê tekezkirin ku divê em pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin û divê dest ji polîtîkaya înkarê bê berdan. Her wiha em tekez dikin ku perçeyeke ji axa Sûriyeyê ne û rêya çareseriyê jî ji destûreke bingehîn a demokratîk re derbas dibe. Ji bo cîbicîkirina van biryaran, komîteyên ku dê bên avakirin dê li ser hûrgiliyan nîqaşan bikin.”
‘Dê mafên wan bên parastin’
Bi domdarî Foza Yûsif bal kişand xala duyemîn a peymanê ku gelê Kurd weke gelê resen ê Sûriyeyê pênase dike û dibêje ku divê mafên gelê Kurd di destûra bingehîn de were misogerkirin. Foza Yûsif, got: “Ev tê wateya qebûlkirina hebûna Kurdan ku ji hêla rejîma Baasê ve dihat înkarkirin. Ji bo mijarên nasnameyê, bê guman divê di destûra bingehîn a ku wê di pêşerojê de bê nivîsandin de ev yek tê de bi cih bibe û hemû kesên bê nasname divê rewşa wan li ber çavan bê girtin û mafên wan bên parastin.”
Xebatên ji bo koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî
Foza Yûsif bibîr xist ku herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî salên dirêj e dagirkirî ne û ev tişt anî ziman: “Ji bo gelê me yên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî xebatek tê kirin. Hewceye ji bo vegera wan temînat were dayin û dema vedigerin jî hemû kiryarên qirkirina gel û çandî bên bidawîkirin. Ev mijar hem bi Neteweyên Yekbûyî (NY) hem jî bi Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re tê nîqaşkirin. Divê gel bi awayekî rêxistinkirî li xaka xwe vegere.”
‘Hewceye tu alî li derveyî çareseriyê nemînin’
Bi domdarî Foza Yûsif bal kişand ser komkujiyên li dijî civaka Elewî û şermezar kir. Foza Yûsif, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Vê peymanê tu têkiliya xwe bi rewşa beravê û Elewiyan re nîne. Di xala yekemîn a peymanê de tê tekezkirin ku hewceye hemû pêkhate di avakirina Sûriyeya pêşerojê de cih bigirin. Civaka Elewî jî beşeke vê ne. Her wiha helwesta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li dijî van komkujiyan zelal e. Îro bi deh hezaran kesên li vê derê komkujiyên li dijî Elewiyan şermezar dikin. Hewceye tu alî li derveyî çareseriyê nemînin.”
‘Banga Rêber Apo hemû hêzên herêmê neçarî guhertinê kir’
Herî dawî jî Foza Yûsif qala banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û ev tişt anî ziman: “Bê guman bandora banga Rêber Ocalan li ser rewşa Sûriyeyê heye. Ji ber ku banga wî nexşerêya vê sedsalê ye û dide diyarkirin ku kî di siyaseta şer de israr bike, ew ê tekez winda bike. Ev bang herkesî vedixwîne rêbaza çareseriyê. Lewma mirov dikare bibêje banga Rêber Apo, rewşa xitimî ya heyî vekir û hemû hêzên herêmê neçarî guhertinê kir.”