Çîroka têkoşînek ji bo wekheviya zayendî hatiye dayîn

Aktîvîst Tiya Qaidbiyê yek ji wan kesan e ku ji bo li welatê wan bi Peymana CEDAW’ê re sererastkirinên yasayî bê pêkanîn, têkoşînê dimeşînin. Tiya bi xebatên xwe yên xweser, hewl dide hemû cureyên cudakarî û tundiyên li ser jinan bidawî bibin.

SÛZAN EBÛ SEÎD

Beyrûd – Aktîvîst Tiya Qaidbiyê piştî ku xelatek jîngehê girt, ji bo veguherandina CD’yên hatine avêtin a di nava karên hunerî de, çalakiya xwe ya jîngehparêziyê bi riya hevberdana bi çalakbûna jîngehparêziya jinan re, berdewam kir. Ji ber ku ew bi komek aktîvîstan re beşdarî pêşxistina protokolek bijartî ya nû ya Peyamana CEDAW’ê bû.

Di 17 saliya xwe de, Tiya Qaidbiyê ji hêla însiyatîfa Fairylistic ve, weke yek ji sê karsazên kesk ên Lubnanî yên sala 2024'an hat bijartin. Niha jî li zanîngeha Amerîkî ya Beyrûdê beşa Wêjeya Îngilîzî dixwîne. Di bin sernavê "Zagonên bihêztir-protokolek bijartî çawa dikare jinan li Lubnanê Baştir biparêze" de Tiya gotara xwe ya ku di dawiya sala borî de hat weşandin, pêşkêş kir. Ew gotar yek ji 6 gotarên endamên Encumena Serkirdeyên Nûjen e, ku çalakvanên ji 6 parzemînan in û temenê wan di bin 35 salî de ye.

'Zagon hene lê jin bi tundî û şîdetê re rûbirû dimînin'

Tiya Qaidbiyê behsa pêşketin û zagonên Lubnanê ya ji bo parastina jinan kir û wiha got: "Di van bîst salên dawî de li Lubnanê di warê parastina jinan de pêşketinên mezin çêbûn. Meclîsê di Tebaxa 2011'an de qetilkirina bi navê namûsê betal kir û di sala 2014'an de zagona xwe ya yekem, Zagona Hejmar 293/2014 derxist ku şîdeta nava malê ya li dijî jinan, wek sûc dibîne. Di sala 2020'an de jî Zagona Hejmar 204/2020 guherand. Tevî van zagonan jî, heya niha jî jin li ser navê namûsê tên qetilkirin. Wek bûyera Rola Yaqûb a ku bi destên hevjînê xwe di sala 2013'an de li ber çavên zarokên xwe hat qetilkirin. Piştî demeke dirêj, kujer hat cezakirin."

'Protokola bijartî ji bo bidawîkirina cudahî û tundiyê ye'

Tiya Qaidbiyê got ku di destpêka vê salê de, komek ji zagonsazan zagonek nû pêşniyar kirine ku armanca wê girtina valahiyên zagonî ye. Tiya wiha got: “Danasîna zagonek wiha berfireh gavek girîng e ku hewldanên parêzvaniya mafên jinan nîşan dide. Her wiha ji ber zagonên baviksalarî û destwerdana olî ya di warê siyasî û dadwerî de, ne gengaz e ku ev zagon bêyî guhertinên girîng ku parastina jinan qels bike, derbas bibe. Ji ber vê yekê, ez beşdarî banga protokolek bijartî ya nû ya Peymana Bidawîkirina Hemû Cudakariyên li Dijî Jinan CEDAW’ê bûm, ji bo ku em bikaribin tundiya li dijî jinan bi dawî bikin."

'Hebûna protokala nû dê zexta cîhanî bide ser dewletan'

Derbarê zagonên ku li ser jinan li welatên Ereb hatine ferzkirin de Tiya Qaidbiyê destnîşan kir ku protokolek bijartî wê zextek cîhanî li ser hemû dewletan bike û wiha got: "Li Îraqê zagona ku temenê zewacê daxistiye 9 salî, hatiye erêkirin. Lîbyayê jî dixwest zagonên "Ehlaqî" li ser jinan bi lixwekirina hîzaran ferz bike. Di heman demê de Talîban azadiya jinan sînordar dike û nahêlin dengê jinan li cihên giştî bê bihîstin. Hebûna protokola nû ya Peymana Têkoşîna li Dijî Cudahiya li Dijî Jinan dê zexta cîhanî li ser hemû welatan bike. Ew ê bêhtir piştgiriyê bide hawirdorê, alîkariya kêmkirina şîdetê bike û parastina jinan pêk bîne."

'Armanca me pêkanîna wekheviya zayendî ye'

Tiya Qaidbiyê bal kişand ser armancên xwe yên ji bo vê projeyê û got: "Armanca me bi vê projeyê, pêkanîna wekheviya zayendî ya di hemû warên civakî de ye, bi taybetî di qada siyasî de. Her wiha em ê hewl bidin di hikûmeta nû de beşdarbûnên jinan xurtir bikin. Em ji bo pêşkêşî parlamentoyê ya pêşnûmeya vê zagonê, dixebitin. Ji bo ku bighên rêjeyek baştir a wekheviya jin û mêr misoger dike. Zagona nû jî, avakirina dadgeheke taybet a ji bo dozên şîdeta nav malê bi awayekî hestiyar û bi bandor e, di nava xwe de dihewîne. Ez li ser veguherandina CD’yên plastîk bi perçeyên hunerî dixebitim ku bi riya wê hewl didim peyamên hişmendiya civakî ya derbarê şîdeta li ser bingeha zayendî de, bi taybet li dijî jinan, bidim mirovan."