Li Iraqê li dijî qetilkirina jinan çalakî
Beşdarên xwepêşandana ku li Iraqê ji bo şermezarkirina qetilkirina jinan û serarastkirina Zagona Rewşa Kesane hat lidarxistin, tekez kirin ku li welatê dijîn ku zagonên parastina jinan tê de nîn in û bêdengî qetilkirina jinan zêde dike.

NÛR EL-MERSÛMÎ
Iraq – Duh, li Qada Tehrîr a navenda Bexdayê xwepêşandanek hat lidarxistin. Hejmareke mezin ji jin û mêrên ku piştgiriya pirsgirêkên jinan dikin beşdarî xwepêşandanê bûn. Bertekên xwe li dijî guhertina Zagona Rewşa Kesane nîşan dan û tundiya berdewam a li dijî jinan bi taybetî qetilkirina Dr. Ban Tariq ku civaka Iraqê hejand, şermezar kirin.
Xwepêşandêran dirûşmên ku daxwaza edaletê ji bo Dr. Ban Ziad Tariq ku ji ber bêdengiya saziyên hikûmetê hat kuştin, qîriyan û destnîşan kirin ku ev xwepêşandan qîrîna hêrsê ye li dijî sîstemek bû ku rûmet û mafên jinan, paşguh dike. Tevî tacîza ewlehiyê ya li ser xwepêşandanê, bi hinceta nebûna destûra fermî. Xwepêşanderan li ser mafê xwe yê azadiya ramanê îsrar kirin. Hêzên ewlehiyê xwepêşandan bi saetekê sînordar kir lê xwepêşandêran bi dengekî bilind gotin: “Çima ji me tê xwestin em pabendî demê bibin, di demeke ku dewlet berpirsyariyên xwe yên li hemberî jinên Iraqê bi cih nayne de?”
Daxwazên ji bo hesabpirsîna êrîşkaran
Dr. Şaza Cuma yek ji beşdarên xwepêşandanê got: "Ew îdia dikin ku me diparêzin. Ev çi parastin e? Ew jiyan û xewnên me didizin. Heta welatê me jî ji me hatiye dizîn."
Îxlas Hemîd jî got: "Em beşdarî vê çalakiya nobedariyê bûn da ku ji bo hemû tawanên mirovî yên li dijî jiyana jinan edaletê bixwazin. Qetilkirina doktor ne ya yekem e û em dixwazin lêpirsîn were vekirin û sûcdar werin cezakirin."
Aktîvîsta sivîl Întîsar Cebar diyar kir ku ev xwepêşandan piştî qetilkirina Dr. Ban Ziad Tariq hatiye lidarxistin û wiha axivî: "Em daxwaz dikin ku sûcdar bê cezakirin. Ger ew neyê cezakirin, qetilkirana jinan dê dubare bibe û jiyana jinên Iraqî dê zêditir bikeve bin gefê."
Aktîvîst û perwerdekar Salwa Yûnis da zanîn ku ji dema mirina Dr. Ban bihîstine ve heta niha, pir bi bandor bûn û got: “Tevî pabendbûna min bi xebata perwerdeyê, hebûna min a di vê merasîma bîranînê de ji ber baweriya min a bi mafên jinan û ji ber sedemek tenê mirovî ye. Tevî rewşa tendirustiya min ku nahêle ez derkevim derve, min îsrar kir ku beşdar bibim da ku mafên Dr. Ban û mafên me weke jin bixwazim."
Welatekî bê zagonên parastina jinan
Çalakvana civaka sivîl Baraka El-Anî ji Enbarê got: "Hebûna min ji bo parastina doza Dr. Ban e ku ne tenê bijîşkên jin an jinên Besrayê eleqedar dike lê nûnertiya hemû jinên Iraqî dike. Em di welatekî de dijîn ku zagonên parastina jinan tê de tune ne û ger em bêdeng bimînin, bûyerên qetilkirina jinan dê zêde bibin. Divê em bi hev re bisekinin û parastina vê dozê bikin heta ku rastî eşkare bibin û sûcdar werin cezakirin."
Bijîşka diranan Taqî Ebdul Selam El-Hedîsî wiha axivî: "Em li vir in ji ber derketin û lêpirsînên têkildarî doza Dr. Ban ku hinek kes weke xwekuştinê hat nişandan lê rastî ew e ku hatiye qetilkirin. Ger doz weke xwekuştin were girtin, ev tê wateya veşartina sûc û rewakirina kuştinê. Ev jî mijarek xeternak e ku sûc di bin etîketên weke 'kuştina ji bo rûmetê' yan 'xwekuştin' de rewa dike. Em weke gelê Iraqê pir şok bûn ji ber ku mirina wê ne bûyereke asayî bû."
'Guhertinên dawî yên Zagona 188'
Çalakvan Xezal El-Xezalî got: "Ji bo mafên jinên ku di bin siya adetên eşîrî, polîtîkayên bêdengkirinê, yan jî ji ber qanûnên ku ji hêla Meclîsa Nûneran ve hatine derxistin û li ser jin û zarokan zextê dikin, tên kuştin, edaletê dixwazin. Em daxwaz dikin ku hikûmeta Iraqê şert û mercên qetilkirina Dr. Ban û jinên din eşkere bike û em daxwaz dikin ku qanûnek ji bo parastina jin û zarokan were derxistin. Her wiha divê Meclîsa Nûneran û Dadgeha Bilind li ser daxuyaniyên siyasî yên ku hewl didin dozê veşêrin lêkolîn bikin."
'Dayîk û zarok xeta sor in divê ev xet neyê derbaskirin'
Çalakvan Şehid Ebdul Qadir da zanîn ku hebûna wan di vê xwepêşandanê de ji bo redkirina bêparkirina mafên welayetê yên dayikan e û wiha axivî: "Em daxwaz dikin ku Qanûna Rewşa Kesane were sererastkirin da ku welayet ji dayîkê re were dayîn. Ji ber ku ew tora ewlehiyê ya rastîn a zarok e. Mînakên me yên bi êş hene, yek ji wan jî zarokek ku diya xwe winda kir û kesek nedît lê xwedî derkeve bû. Ji ber tunebûna xizmên xwe çarenûsa wî kolan bû. Dayîk û zarok xetek sor in divê ev xet neyê derbaskirin."