Cîhadîstên HTŞ’ê otobusên diçû Suweydayê bombebaran kir
Cîhadîstên HTŞ’ê, êrîşê du otobusên ku ji Suweydayê diçûn bajarê Ceremana yê gundewarê Şamê kir. Jin û zarok jî di nav de gelek sivîl birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) du otobusên ku ji bajarê Suweydayê diçûn bajarê Ceremana yê gundewarê Şamê, li ser rêya Busra el-Şam ya li gundewarê Derayê hedef girt. Jin û zarok jî di nav de gelek sivîl birîndar bûn.
Di 13’ê Tebaxê de jî karwana alîkariyan a ji Ceremana diçû Suweydayê, li gundewarê rojhilatê Derayê yê ji aliyê hezên rêveberiya demkî ve hatibû gulebarankirin. Di êrîşê de gelek sivîl birîndar bûn û hate ragihandin ku rewşa hinek birîndaran giran e.
Her wiha di 15’ê Tebaxê de jî, komeke girêdayî HTŞ’ê li gundê Tel Sarîn a girêdayî Humsê malekî gulebaran kir. Di êrîşê de Juliana Mehmûd Îdrîs a 10 salî jiyana xwe ji dest da. Birayên wê Elî yê 12 salî û Silêman ê 15 salî jî birîndarbûn.
Heman rojê, jina bi navê Neda Adil Amir jî, jiyana xwe ji dest da. Komekî girêdayî HTŞ’ê yê cîhadîst, li nêzî herêma Kihêl a Derayê du erebeyên sivîl ên li ser xeta Suweyda-Beyrûtê dixebitin gulebaran kirin.
Di asta navneteweyî de nebûna mudaxeleyek bibandor, fikaran ava dike ku wê ev êrîş veguhere êrîşekî bipergalî.