Li Idlibê ‘polîsên exlaq’ jiyana jinan sînordar dike

Li Idlibê çeteyên HTŞ’ê yên girêdayî dewleta Tirk bi hin biryarên di bin navê ‘polîsên exlaq’ de tevgera jinan tevgav dikin. Jinên ku bi van pêkanînan re rû bi rû dimînin neçar dimînin dev ji dibistanê berdin û li malê bimînin.

SUHA EL-ELÎ

Idlib - Piştî ku dewleta Tirk di sala 2016’an de Idlib dagir kir û çeteyên girêdayî wê bi cih bûn, jiyana şêniyên Idlibê roj bi roj dijwartir dibe. Bi taybet jinên li Idlibê li kêleka zehmetiyên aborî û xizmeta tenduristiyê, piştî ku di bin navê pêşî li xirabiyan girtinê de ‘polîsên exlaq’ de hatiye ava kirin bi binpêkirinan rû bi rû dimînin. Jin û xwendekarên keç ên ku tevgera wan hatiye sînordarkirin bi van binpêkirinan bi fikar in.

‘Polîsên exlaq tenê ji bo fetisandina jiyana jinan hatiye avakirin’

Xwendekara zanîngehê Islam El-Rewas a 24 salî ku ji ber kiryarên 'polîsên exlaq' dest ji dibistanê berda wiha got: “Piştî ku ez ji aliyê çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam ve 5 rojan hatim binçavkirin jiyana min serûbin bû, binçavkirin min a ku li cihek giştî hat pêkanîn jî bi hinceta ku bi mamosteyek xwe re ne li gor quralan tevgeriyam bû. Ji ber vê buyerê malbata min ez neçar kirim dest ji zanîngehê berdim ku demek kin ji derçûna min re mabû. Ji ber axaftinên derdor û sepandinên ‘polîsên exlaq’ ez niha nikarim derkevim derve. Avakirina ‘polîsên exlaq’ tenê ji bo tengezarkirin û fetisandina jiyana jinan e.”

‘Polîsên exlaq êş û azarên jinan zêde dike’

Koçbera 25 salî Renda El-Soko ya ku li bajarê Idlibê dijî, bi hinceta cil û bergên ne li gor quralan li xwe kiriye hatiye binçavkirin wiha got: “Piştî 48 saetan ez hatim binçavkirin û ez neçar mam 200 dolaran bidim ji bo ku derkevim. Di dema binçavkirina xwe de ji aliyê jinên girêdayî ewlekariyê ve ez rastî heqaret û lêdanê hatim. Ev bûyer bû sedem ku ez heta niha bi nexweşiyên derûnî re rûbirû bimînim. Berdewamiya ‘polîsên exlaq’ wê êş û azarên jinan hîn zêdetir bike.”

Her wiha diyar kir ku avakirina ’polîsê exlaqê’ dê êş û azarên jinan ên ji ber biryarên ferzkirî zêdetir bike, bi astengkirina liv û tevgerê re azadiya jinan gelekî paşde bixe û mafên jinan ên şexsî asteng bike.

‘Binpêkirinên li dijî jinan roj bi roj zêde dibin’

Çalakvana hiqûqî û aktîvîst Rewan El-Elo destnîşan kir ku girîng e mirov li dijî biryarên nû yên ‘polîsên exlaq’ li ber xwe bide û li hemberî hewldanên çewisandina jinan bisekinin û wiha got: “Li herêmên di bin kontrola çeteyên Heyet Tehrîr El Şam de binpêkirinên li dijî jinan roj bi roj zêde dibin. Em di serdemekê de ne ku çalakvanên jin nikarin mafên jinan biparêzin û navendên pêşxistina jinan rastî êrîşan tên û tên girtin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji dema dagirkirina Idlibê ve heta niha gelek biryar ji aliyê komên çeteyan ve li dijî jinan û civakê hatine dayîn. Hinek ji wan biryaran ku jiyana jinan tengav dike wek, zarokên keç ji 12 salî mezintir neçar in ku hîcab li xwe bikin, her du zayend nikaribin di karên giştî de bi hev re danûstandinê bikin, herwiha nabe ku stran li bazar, kafe û holên dawetan werin pêxistin.