Mêrên Kobanê li dijî tundiya ser jin meşiyan

Mêrên ji bajarê Kobanê bi wesîleya 25'ê Mijdarê meşiyan. Mêran dan diyarkirin ku ewê ji bo avakirina civakeke azad û demokratîk têkoşîna xwe xûrt bikin.

Kobanê – Di çarçoveya rêzeçalakiyên rêxistina Kongra Star yên ji bo Roja Cîhanî a Têkoşîna Li dijî Tundiya Li ser Jin, îroj bi sedan mêrên ji bajarê Kobanê meşiyan.

Di meşê de bi sedan mêr, nûner, xebatkar û hevserokên saziyan amedebûn. Meşa ku bi diruşmeya “Bi hev re em civateke demokratîk û komunal ava dikin de ku tundûtîjiyê bi dawî bikin” hat li darxistin, bi berzkirina siloganên “Jin, jiyan, azadî” û hilgirtina alên Kongra Star û posterên rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ji qada Jina Azad destpê kir û li qada Aştiyê jî bi dawî bû.

Piştî deqeyek rêzgirtin, ji rêveberiyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şêro Kobanê axaftin hat kirin.

Şêro Kobanê wiha got: “Hişmediya tundûtûj ku li hember jinan tê meşandin, divê weke mêr em li djiî wê têbikoşin û veguhertinên bingehîn pêk bînin. Heger armanca me avakirina pergaleke demokratîk û azad e, divê em di destpêkê de tundiya li ser jin ji holê rakin û li şûna wê hişmendiya komînal û azad pêşbixin. Di vî warî de emê pêşengên xwe yên jin di vê têkoşînê de bingeh bigirin û li gel hev jiyaneke demokratîk ya azad rês bikin.”

Meş bi berzkirina siloganên ku berxwedaniya jinan silav dikin, bi dawî bû.