Li Idlibê greva mamosteyan di roja duyemîn de didome

Greva mamosteyan a li Idlibê, di çarçoveya kampanyaya "Greva Rûmetê" de di roja duyemîn de didome. Li gelek dibistanan ders hatin rawestandin, mamosteyan daxwaza zêdekirina mûçeyan û jiyaneke bi rûmet a bêyî polîtîkayên dûrxistinê dikin.

Navenda Nûçeyan – Greva mamosteyan a li bajarê Idlibê ya Sûriyeyê, di çarçoveya kampanyaya "Greva Rûmetê" de di roja duyemîn de didome. Li gelek dibistanan dersdayîn hat rawestandin.

Mamosteyan 9’ê Mijdarê li Idlib û Helebê, li dijî polîtîkayên perwerdehiya ya Rêveberiya Demkî ya Sûriyeyê, dest bi grevê kir. Mamosteyan bal kişandin ser kêmbûna mûçeyan û daxwaza pêkanîna mafên xwe kir.

Mamosteyan, diyar kir ku armanca grevê ne rawestandina proseya perwerdeyê ye, lê belê parastina rûmet û mafên wan ên rewa ye û bang li şêniyan û hevpîşeyên xwe kir ku piştgiriyê bidin helwesta wan da ku daxwazên wan werin pêkanîn.