Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jin ji bo mafê werzîşê jî têdikoşin
Jinên li Îran û Rojhilat, ji meşa parkê heta melevaniyê ji mafê herî bingehîn ê werzîşê bêpar tê hiştin. Salonên werzîşê kêm in, xwegihandin biha ye, astengiyên çandî hê bi hêz e. Ji bo jinan werzîş di heman demê de têkoşîna hebûnê ye.
NIYAD RAD
Mahabad – Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê plana bajar, sererastkirina qadên werzîşê, weke ku jin ne nîvê nifûsa bajêran bin, weke mêhvanekê nayê dîtin hatine çêkirin. Jinên ku dixwazin baz bidin, melevanî bikin û di parkan de bimeşin, neçar dimînin sînora astengiyên civakî û çandî derbas bikin. Werzîş ji bo wan, ne tenê tenduristî ye, bûye têkoşîna hebûnê. Hin jinên ciwan ji bo vê mafê bidest bixin têdikoşin, ji bo jinên li herêmên gundewar û xizan ev maf gelek caran nayê xeyalkirin jî.
Li gelek bajarên Îranê, bi taybetî li Rojhilat, jin hîn ji derfetên herî bingehîn ên werzîşê bêpar in. Salonên taybet ji bo jinan li herêmên ku gihîştina wan zehmet û kevn gelek kêm in. Li bajaran jî salonên jinan piranî li navendên bajaran in û bi polîtîkayên taybetkirinê werzîş êdî bûye luks.
Dema şertên aborî were berçavgirtin, ji bo jinan gihîştina van derfetan hema bêje ne gengaz e. Xizmetên werzîşê yên ku saziyên dewletê pêşkêş dikin, gelemperî balê didin mêran. Saetên ku ji bo jinan hatine veqetandin, piranî saetên zû yên sibehê ne, an jî saetên dema kar in.
Mamosteya bi navê Sîma N rewşê wiha tîne ziman: “Ev 26 sal e mamoste me û ez nobedar dixebitim. Ji bo jinan salonên werzîşê, yan jî hewzên melevaniyê di saet û rojên diyar de vekirîne. Gelemperî sibehan e. Weke jineke ku dixebitim, ez nikarim di van saetan de biçim. Bi pêşniyara bijîşk divê ez melevanî bikim, lê belê ne gengaz e.”
Ev rewş ji bo gelek werzîşvanên profesyonel ên jin dibe sedem ku an dest ji xeyalên xwe berdin an jî welat terk bikin.
Park û qadên şîn
Di nava van hemû qedexeyan de park û qadên şîn, ji bo jinan bûye hem cihê nefesgirtinê û hem jî qada parastina tenduristiya xwe. Lê belê li vir jî tabûyên çandî û dadweriyên civakî azadiya jinan sînordar dike.
Fatemeh K yek ji wan jinan e ku li gel cîranên xwe ji bo bimeşin diçe parkê û wiha got: “Ji ber park nêzî me ye, di hewayên guncav de em dimeşin. An kolan an qadên werzîşê ji bo temenê me ne guncav in. Xeteriya ketinê heye. Salonên werzîşê jî ji bo ciwanan e. Ji bo temenê me civak hemû tiştî şerm dibîne.”
Ev astengiyên çandî, derketina jinan, meş heta bikaranîna amûran jî asteng dike. Hin caran jî rastî tacîzên zayendî tên.
Kacal M balê dikişîne ser girîngiya sekinîna li hemberî vê rewşê û wiha got: “Dema me li parkê werzîş dikir bi caran rastî tacîzê hatin. Lê belê dema me bertek nîşan da û em li hember rabûn, êdî heman tişt dubare nabe. Divê jin bêdeng nemînin.”
Ev berxwedan, di jinên nifşê nû de her ku diçe zêde dibe. Di ajotina bisîkletê, futbolê, heta di qadên vekirî de werzîşkirinê de jinên ciwan meydanê ji tabûyên civakî re dixwînin.
Li herêmên gundewar du car bêparî
Li bajaran jî derfetên werzîşê sînordar in, li herêmên gundewar hema bêje ev derfet tune ne. Jin li vir ne tenê bi ne gengaziyê, rûbirûyî qedexeyên çandî ne jî.
Delara M ya ji gundê Xorxore yê Mahabadê rewşê wiha tîne ziman: “Gund gelek biçûk e, ji bo jinan tu derfet tune ye. Jinên ciwan di nava gund de jî bi rehetî nikarin bimeşin. Jinên pîr tenê dikarin li ber derê malê rûnin. Mêr diçin salonên werzîşê yên li bajêr, bi dilê xwe werzîşê dikin. Dayik jî dixwazin keçên wan biçin xwe di qursên werzîşê yên li bajêr qeyd bikin, lê belê gelek caran ne gengaz e.”
Gotinên Delara ne tenê bêpariyê, bedenê jinê di jiyana civakî de bi awayekî sîstematîk were dûrxistin vedibêje. Werzîş û tenduristî ji bo jinan ne mafek e, ji bo mêran bûye îmtiyaz. Ev îmtiyaz parçeyek a polîtîkaya ku beden, derfet û azadiyê kontrol dike.