Li Humsê jinek ciwan hate qetilkirin
Li bajarê Humsê ya Sûriyeyê, kesên nasnameya wan nediyar bi bombeyan êrîşê malekî kirin. Di encama êrîşê de jinek jiyana xwe ji dest da û yek din bi giranî birîndar bû. Bûyer, fikarên ewlehiyê yên li bajêr kûrtir kir.
Navenda Nûçeyan – Li bajarê Humsê ya Sûriyeyê, bûyerekî din a tundiyê hate jiyîn. Bûyer, duh êvarî komeke çekdar li taxa Dahiyet El Welîd a bajarê Humsê 2 bombeyên destan avêtin malekê.
Di êrîşê de jina ciwan Rîham Nîzar Hemûde ya li cihê bûyerê bi giranî birîndar bû, piştî sewqî nexweşxaneyê hat kirin, rûxmê hemû hewildanan jî jiyana xwe ji dest da. Her wiha di encama êrişê de jina bi navê Sara Mihemed Himêdûş jî bi giranî birîndar bû û hate ragihandin ku rewşa wê giran e.
Çavkaniyên herêmê, ragihandin ku ev êrîş berdewamiya rêze bûyerên bi vî rengî yên di hefteyên dawî de li bajarê Humsê tên jiyîn e û sivîlên li bajêr dijîn ji ber zêdebûna tundiyê di nava fikaran de ne.
Hate ragihandin ku teqîn û êrîşên çekdarî yên di demên dawî de li herêmên cûda yên bajêr pêktên, bertêkên li ser lawaziyên ewlehiyê û hedefgirtina sivîlan zêde dike.