Li Hezexê dayik û 3 keçên wê hatin qetilkirin

Mêrê bi navê Hasan Karaaslan li Hezexê hevjin û 3 keçên xwe qetil kir.

Şirnêx – Li Tirkiyeyê tundiya mêran bênavber berdewam dike, kiryar jî bi gelemperî kesên herî nêz in. Li welatê ku tacîz, destdirêjî, tundî û qetlîamên li dijî jinan zêde dibe, yên rêvedibin hîn tedbîrên pêwîst nagrin.

Li Yenî Mahalle ya girêdayî navçeya Hezexê ya Şirnexê, Hasan Karaaslan duh şev Leyla Karaaslan a pê re zewicî bû û 3 keçên xwe Derya (17), Melek (16) û Şerîfe (13) qetil kir. Li ser agahiya kesên derdor ekîbên tenduristiyê û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Hat zanîn ku kiryar ji cihê bûyerê reviyaye û dayik û 3 zarokên wê jiyana xwe ji dest dane. Cenaze jî ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Hate hînbûn Hasan Karaaslan ê ji cihê bûyerê reviya jî, piştre çûye Emniyetê û teslîm bûye.

Tê payîn cenaze îro bên definkirin.