Li hewşê du çarçoveyên vala û zarokên Behiyeyê
Dayîka Behiye ji bo du çarçoveyên vala yên li hewşa xwe wiha gotibû: “Di dema serdegirtinan de zirar didan wêneyên zarokên min, min jî çarçoveyan daneleqand, wêneyan veşart.”
ARJÎN DÎLEK ONCEL
Amed – Me carna wê di çalakiyek, carna mîtîngek û carna jî tevî temenê xwe yê mezin û pirsgirêkên tenduristiyê jî dema ku broşuran li sûk û bazaran belav dikir didît.
Her gava ku em di her çalakiyeke civakî de ber bi dengê herî bilind ve diçûn, deng me dibir ba wê. Stranên azadî û serkeftinê yên ku digotin, beşek ji jiyana wê bûn. Dayîka Aştiyê Behiye Sevîm a 71 salî xwe bi têkoşîneke bi rûmet li piyan digirt.
Dayîka Behiye ku bi salan bêwestan ji bo azadî û aştiyê têkoşiya, di 25’ê Hezîranê de di 71 saliya xwe de li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê lê dihat dermankirin, koça dawî kir.
Têkoşîna ku ji Cilînê ber bi herêmên din ên Kurdistanê re belav dibe
Behiye Sevîm di sala 1955’an de li taxa Cilîn a li gundewarê navçeya Stewra Mêrdînê, ji malbateke Çerkez ji dayîk bû. Behiye Sevîm bi xizmekî xwe re zewicîbû, di demên cuda de sê zarokên xwe ji ber nexweşiyên curbecur winda kir. Dema ku kurê wê yê mezin, Yakup Sevîm, di sala 1993’an de di 30 saliya xwe de tevlî PKK’ê bû, li ser malbata Sevîm zextan dest pê kir. Leşkeran her roj di ser mala wan de digirtin, li Yakup dipirsîn; hevjînê Behiyeyê dihat girtin û piştî ku dihat berdan, neçar dima bireve. Behiye Sevîm ku bi tena serê xwe zarokên xwe mezin dikir, di hevpeyvînek de wiha digot: “Ji bo min, têkoşînê di wan salan de dest pê kir” û digot: “Ez neçar mam ji bo vî gelî û zarokên xwe şer bikim.”
Wêneyên Yakûb û Kismet û du çarçoveyên vala yên li hewşê
Dayîka Behiye ya ducanî bû û zarokên wê hê biçûk bûn, neçar ma gund biterikîne, li cihekî ku xwe bispêre digere lê leşker ji bo ku cihek nebîne zextên xwe didomînin. Dayîka Behiye li ser pişta hêstirekî ji gund ber bi taxa Dalya Jorî ya navçeya Bismilê ve diçe û li wir bicih dibe.
Behiye Sevîm ku kurekî wê li pişta wê û zarokên wê yên din jî li ser hêstiran li gel pezên xwe gund bi gund digeriya, herî dawî xwe spart mala apê xwe. Leşker vê carê çûn gundê apê wê û zext li Behiye Sevîm kirin. Behiye Sevîm bi zarokên xwe û 2 hêstirên xwe re dîsa ket riya koçberiyê. Di wê pêvajoyê de hevjînê wê tê girtin û ew bi zarokan re bi tenê dimîne. Bi firotina nok, hêliz, gûz û bastêx debara xwe dike.
Sala 1999’an
Di sala 1999’an de agahiya şahadeta kurê xwe Yakûb digre. Yakûb Sevîm, li Herekolê di pevçûnek de jiyana xwe ji dest dide. Lê belê, nikare cenazeyê kurê xwe bibîne. Ji bo girtina cenazeya kurê xwe gelek riyan dicerîbine lê dîsa jî nikare bibîne.
Dayîka Behiye, bi salan hesreta xwe ya ji bo kurê xwe bi çarçovekirina wêneyên wî û daliqandina bi dîwarên mala xwe ve sivik dike. Lê belê di serdegirtina polîsan de ew wêne tên desteserkirin.
Ji ber ku nikarîbû tehemula zirardîtina wêneyên kurê xwe bike êdî li şûna wêne, çarçoveya vala radike û bi vî awayî bîranîna kurê xwe dide jiyîn.
Dema ku me herî dawî serdana wê kir, çîroka du çarçoveyên vala yên li hewşê bi van gotinan vegotibû: “Min wêneyên zarokên xwe mezin kir, çarçove kirin û li mala xwe daliqand. Dema ku polîsan bi ser mala me de digirtin, wêneyên wan desteser dikirin. Min jî ji bo carek didin zirar, nedin êdî daneliqand.”
Vê carê keça wê Kismet di 18 saliya xwe de tevlî YPJ’ê dibe. Kismet di sala 2024’an de li Kobanê jiyana xwe ji dest dide. Mîna kurê xwe Yakûb, nikare cenazeya keça xwe jî bigre. Zarokên din û hevjîna Behiye Sevîm jî gelek caran tên girtin. Kurê wê Umît bi salan di girtîgehê de dimîne. Ozgura ku 25 salan cezayê girtîgehê girt, hê jî di girtîgehê de ye.
‘Em aliyê mafdar in’
Dayîka Behiye, wiha bersiv dabû pirsa “Gelo tu nawestî?” “Ez nawestim. Ma ez çima biwestim? Ez dizanim ku ez li ser riya rast im. Ji ber ku me li tu kesî zilm nekir, em li aliyê rast in.”
Daxwaza dayîka Behiye ku du zarokên xwe di têkoşîna azadiyê de winda kir û kurek wê girtî ye, hebûna gora zarokên wê bû. Beyî ku daxwaza wê pêk were, koça dawî kir. Ya din jî serkeftina têkoşîna Kurd bû.
‘Hemû ferdên malbata me dibir çalakiyan’
Behiye Sevîm, ji aliyê malbata xwe ve mîna “pêşeng” dihat dîtin. Di nava salan de bandorê li hemû xizmên xwe kir û birêxistin kir. Xwişka Behiye Sevîm Şemse Erdem, axaftina xwe bi danasîna xwişka xwe ya mîna “pêşenga me” dest pê dike.
Şemse Erdem, wiha dibêje: “Em malbatek Çerkez in. Ji me re dibêjin Mala Melê. Me ji Mûşê koçî Mêrdînê kiriye. Mîna malbateke Çerkez, me di têkoşîna adilane ya gelê Kurd de cih girt. Ji malbata me 5 kes beşdarî têkoşîna azadiyê bûn.”
Şemse Erdem, diyar dike ku xwişka wê ji bo wê mîna dayik, bav û rêheval bû wiha dibêje: “Em çar xwişk û bira bûn. Du jin û du xort. Piştî ku dayîka me koça dawî kir, Behiye hem ji bo malbata xwe û hem jî ji bo me bû dayîk. Di aliyê aborî de piştgirî dida. Hem me û hem jî zarokên xwe mezin kir. Li her derê dixebitî. Cihekî ku neçû nema. Berxwedana xwe ya li Mêrdînê, li Bismilê jî domand. Her dem dixebitî û digot ‘Divê ez layîqî gerîla û şehîdan bim.’ Piştre keça wê Kismet jî tevlî berxwedana Kobanê bû. Behiye ji Bismilê tiştan li pişta xwe bar dikir û dibir Kobanê.”
Şemse Erdem, ji bo xwişka xwe wiha dibêje: “Em her dem bi hev re diçûn çalakiyan. Tu caran tenê nediçû. Di malbatê de kî hebû dibir.”
Digot ‘Ez ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe bidim’
Şemse Erdem destnîşan dike ku xwişka wê tevî nexweşiya xwe jî bi berdewamî beşdarî çalakiyan dibû, têkoşîna xwişka xwe wiha vedibêje: “Li Kurdistanê cihekî ku neçû nema. Ji bilî Rojhilat çû her derê. Pir dixwest gora kurê xwe bibîne. Bi hesreta wî koça dawî kir. Dema ku Kismet şehîd bû, çû Kobanê. Li wir her dem di nava xebatan de bû. Ew dayik û pêşeng bû. Ez û Behiye jî her dem di nava têkoşînê de bûn. Behiya digot ‘Ez ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe bidim’.
Behiye Sevîm, heta ku sewqî nexweşxaneyê bibe, tevî ku di meşê de zehmetiyan dikişand jî bi gopalê destê xwe re beşdarî çalakiyan dibû, bû mînaka herî zindî ya têkoşîna heta nefesa dawî.