Li Hewlêrê li dijî qetilkirina jinan çalakî

Rêxistinên jinan li Hewlêrê li dijî zêdebûna kuştina jinan li Keleha Hewlêrê çalakî lidar xistin.

Navenda Nûçeyan – Li Başûrê Kurdistanê kuştin û qetilkirina jinan her ku diçe zêdetir dibe. Rêxistina Geşepêdana Mirovî ku rêxistineke jinan e ragihand ku rêxistinên civaka sivîl li Hewlêrê ji bo şermezarkirina zêdebûna kuştina jinan li dar xistine.

Çalakî li ber kelha Hewlêrê hate lidarxistin û bi deqîqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê jinên hatine qetilkirin destpê kir.

Li dijî qetilkirina jinan kampanya îmzeyan

Piştre daxuyaniya hevpar a rêxistinan ji aliyê Bahar Elî ve hate xwendin û hate destnîşankirin ku hemleya li dijî qetilkirina jinan a komkirina milyonek îmzeyan ji bo rawestandina qetilkirina jinan berdewam dike.