Binpêkirinên li dijî sivîlan li Suweydayê eşkere bûn
Şahidiya yek ji jinên bajarê Suweydayê binpêkirinên ku ji aliyê cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam ve li dijî sivîlan di nav de zaroakn jî hatine kirin eşkere kir. Şahid bal kişand ser destdirêjiyên li dijî zarokan hatine kirin.
Suweyda – Di Tîrmeha 2025’an de niştecihên bajarê Suweyda yê Sûriyeyê rastî binpêkirinên hovane ji aliyê cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam ve hatin di nav de jin û zarok jî hebûn. Ev yek bû sedema zêdebûna daxwazên ji bo lêpirsîneke serbixwe û hesabpirsînê ji bo kesên têkildar.
Şahidiya jineke li bajarê Suweydayê hûrguliyên binpêkirinên ku di dema serdegirtina cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam di nîvê Tîrmehê de li dijî sivîlan hatin kirin eşkere kir. Kiryarên ku li dijî kesên di navbera wan de zarok jî hatin kirin, bi vegotinên jineke şahid eşkere bûn. Li gorî vegotina wê, çend malbat di xaniyek de kom bûbûn.
Şahida bûyerê destnîşan kir ku êrîşkaran milkê niştecihan dizîn û heqaretên olî li wan kirine, wan wek kafir bi nav kirine û got: “Çekdaran bi hinceta ku alîkariya vemirandina agir kirine, zilaman ji malê derxistin, piştî wê endamek cîhadîst zarokek ji hembêza diya wê girt û bir odeyeke din, li wir çend deqeyan ma. Wêne kişand dûre anî ba dayîka wê. Piştî vê yekê, yek ji çekdaran jê xwest ku çay amade bike tevî nerazîbûna diya wê, got ew piçûk e û ev ne mala wan e lê wan ew neçar kirin. Diya wê îsrar kir ku wê bi xwe re bibe metbexê, dûre yek ji endamên Heyet Tehrîr el-Şam jê pirsî gelo ew zewiciye, diya wê bersiv da û got ku ew hê zarok e û dixwîne."
Zarokek keç rastî êrîşa zayendî hat
Şahid gotinên xwe wiha berdewam kir: “Piştî demek kurt, zilamekî din ket hundir û keçikê dîsa bi zorê bir û nehişt diya wê li pey here. Wê birin metbexê qîrîn û hawara wê ya ji bo alîkariyê dihat bihîstin. 10 deqe paşê di rewşeke pir xirab de vegeriya xuya bû ku rastî êrîşa zayendî hatiye.”
Şahida bûyerê bal kişand ser asta binpêkirinên li dijî sivîlan, li bajarê Suweydayê di dema êrîşên cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam de û got ku şahidiyên din belge dikin ku ji bo hesabpirsîna kesên berpirsiyarên van sûcan divê bi lezgînî tiştek were kirin.