Li Hesekê pirsgirêkên li pêşiya perwerdê mezin dibin

Sektora perwerdehiyê li parêzgeha Hesekê bi pirsgirêkên giran ên wekî koçberî, sînorkirina zimanê Kurdî û qeyrana aborî re rûbirû ye; ji bo parastina mafê perwerdehiya zarokan gavên lezgîn lazim in.

RONÎDA HACÎ

Hesekê — Sektora perwerdehiyê li parêzgeha Hesekê di qonaxeke hestiyar û girîng re derbas dibe. Li gel nîqaşên berdewam ên li ser polîtîkayên perwerdehiyê, astengiyên li pêşiya xwendekar, mamoste û bernameyên xwendinê kûrtir dibin. Di serî de mijara zimanê Kurdî û rewşa xwendekarên koçber, gelek pirsgirêk li benda çareseriyê ne ku bandorê li ser siberoja nifşên nû dikin.

Li gorî amarên heyî, li parêzgeha Hesekê 2317 dibistan hene, ku tê de nêzî 41 hezar xwendekar û 35 hezar mamoste cih digirin. Ev hejmareke mezin e û berpirsiyariyeke giran datîne ser milê saziyên têkildar da ku mafê xwendinê ji bo hemû zarokan bê dabînkirin.

Siberoja zarokan di xetereyê de ye

Yek ji pirsgirêkên herî giran ê ku li pêşiya sektora perwerdehiyê radiweste, rewşa xwendekarên koçber e. Bi hezaran zarokên ku ji neçarî koçber bûne, ji ber girtin û rawestandina xebatên dibistanan li kampan asê mane û bi hêviya vegera bo warê xwe yê resen, Serêkaniyê ne.

Mamosteya zimanê Kurdî Leyla Derwîş balê dikişîne ser vê rewşa dijwar a ku zarok tê de ne û destnîşan dike ku bêparbûna bi hezaran xwendekarên koçber ji mafê perwerdehiyê pirsgirêkeke sereke ye. Leyla bang dike ku divê dosyaya koçberan were lezandin û şert û mercên vegereke ewle ji bo zarokan bên avakirin, ji ber ku siberoja wan rasterast bi domandina xwendina wan ve girêdayî ye.

Di kampên Serêkaniyê û Waşokaniyê de zêdetirî 6 hezar û 200 xwendekarên keç û kur ji ber vê bêderfetiyê nikarin biçin dibistanê û ji xwendinê bêpar mane.

Parastina nasname û çandê

Li kêleka pirsgirêka koçberiyê, êriş û biryarên li dijî zimanê Kurdî jî bûne mijareke din a sereke ya nîqaşan. Bi taybetî piştî biryarên Wezareta Perwerdehiyê yên derbarê sînorkirin û kêmkirina dersên zimanê Kurdî di nava pergala perwerdehiyê de, bertekiyên tund ji aliyê civakê ve hatine nîşandan.

Parastina perwerdehiya bi zimanê dayikê wekî mafekî rewa û destûrî tê dîtin. Leyla Derwîş biryara kêmkirina dersên zimanê Kurdî bi tundî red dike û tîne ziman ku perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e ku tu carî nayê paşguhkirin.

Xwendekar Nur Ehmed jî bi van gotinan girîngiya vê mijarê tîne ziman: "Zimanê dayikê bingehê perwerdehiyê ye. Em dixwazin bi zimanê xwe bixwînin da ku ziman, çand û nasnameya xwe biparêzin." Nur diyar dike ku ji bo wan xwendina bi zimanê Kurdî ne tenê fêrbûna zimanekî ye, di heman demê de parastina hebûn û nasnameya wan a neteweyî ye.

Dîroka rastîn û 14 salên perwerdehiya zanistî

Nîqaşên li ser perwerdehiyê her wiha li ser naveroka bernameyên dîrokî û çandî jî dewlemend dibin. Leyla Derwîş nerazîbûna xwe li dijî her cûre polîtîkayên ku dixwazin dîrok û çanda gelê Kurd di nav çîrokên çewt an biyanî de winda bikin nîşan dide û diyar dike ku divê her gel bi dîroka xwe ya rastîn perwerde bibe.

Der barê dersên zanistî de jî, Leyla bîr xist ku perwerdehiya bi zimanê Kurdî di warê zanistî de berê 14 salan li ser piyan e û hatiye domandin; lewra pirs dike ku çima îro li pêşiya pêşeroja zarokan sînor tên danîn, di demekê de ku zimanê dayikê di gihandina zanînê de rêbaza herî serketî ye.

Rola jinê di avakirina perwerdehiyê de

Pêvajoya perwerdehiyê bêyî rola pêşeng a jinan nayê fikirîn. Jinan di vê qadê de wekî mamoste, xwendekar, rêveber û damezrînerên sazûmaniyên perwerdehiyê kedeke mezin dane.

Leyla Derwîş diyar dike ku jin bingehê civakê ye û hewldanên ji bo sînorkirina rola jinê yan jî nebaweriya bi kapasîteya wê, nîşaneya zîhniyeteke paşverû ne. Civakeke ku dixwaze siberojeke azad û pêşketî ava bike, nikare rola jinê di qada perwerdehiyê û jiyana giştî de paşguh bike.

Astengiyên aborî û zextên jiyanê

Ji bilî pirsgirêkên siyasî û zimanî, şert û mercên dijwar ên aborî jî li pêşiya zarokên dibistanan dibin asteng. Zêdebûna bihayên sotemeniyê (mazotê), kêmbûna peydakirina wê û giranbûna şertên jiyanê malbatan di dabînkirina pêdiviyên xwendinê de di nava tengasiyan de dihêle.

Gelek zarok ji gund û deverên dûr ji bo çûyîna dibistanan bi pirsgirêkên veguhestinê re rû bi rû ne. Ji ber vê yekê, tê daxwazkirin ku hemû alî ji bo sivikkirina barê ser malbatan û hêsankirina şertên xwendinê gavên lezgîn bavêjin.

Di encamê de, parastina mafê perwerdehiyê yê zarokan, vegera xwendekarên koçber a ser kursiyên xwendinê, parastina mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê û misogerkirina jîngeheke guncaw a perwerdehiyê, erkekî bingehîn e ku divê berpirsiyariya wê ji aliyê hemû sazî û pêkhateyên civakê ve bê girtin.