Ji lêkolîneran hişyariya avhewayê: Daketina emisyonên karbonê ne domdar e

Li gorî rapora Budceya Karbonê ya Cîhanî, tê payîn ku di sala 2026’an de belavbûna karbonê ya ji sotemeniyên fosîl ji sedî 0,4 kêm bibe. Lêkolîner, dibêjin ku çareseriya mayînde derbasbûna enerjiya paqij e.

Navenda Nûçeyan - Lêkolîneran, îro ragihandin ku tê payîn di sala 2026’an de belavbûna karbona gerdûnî ya ji sotemeniyên fosîl, ji ber zêdebûna mezin a projeyên enerjiya nûjenkirî û bilindbûna bihayên petrolê a ji ber şerê li Îranê, kêmbûnek sivik a ji sedî 0,4 nîşan bide.

Li gorî rapora "Budceya Karbona Gerdûnî" ya di dema Civîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP31ku li bajarê Antalya yê Tirkiye hate lidarxistin de hat weşandin, ev kêmbûn meyla ber bi jor ve ya di deh salên dawî de berdewam kiriye dişkîne. Emîsyonên ji ber rejî, petrol û gazê bi navînî salane ji sedî 0,9 zêde bûbûn heta ku di sala 2025’an de gihîştin asta herî bilind.

Rapor, diyar dike ku ev kêmbûn ji dema ku pandemiya COVID-19 ya di sala 2020’an de aboriya gerdûnî, bazirganî û veguhastinê rawestand û vir ve dê yekem kêmbûna salane. Lêkolîneran, tesbît kirin ku şerê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ya li dijî Îranê û girtina Tengava Hormuzê bi kêmkirina xerckirina petrolê a ji ber zêdebûna bilez a bihayên petrola xav, beşdarî kêmbûna belavbûna gazan bûne.

Di raporê de hate destnîşankirin ku zêdebûna panelên rojê, santralên bayê û wesayîtên elektrîkê beşdarî vê kêmbûnê bûne û hate tekez kirin ku du ji sêyan ji zêdebûna daxwaza enerjiya cîhanî, bi enerjiya rojê û bayê û wesayîtên elektrîkê re tê dabînkirin.

‘Kêmbûna belavbûna gazan a ji ber qeyranên jeopolîtîk demkî ye’

Karbidestekî ji Zanîngeha Exeterê, diyar kir ku kêmbûna belavbûna gazan a ji ber qeyranên jeopolîtîk demkî ye û çareseriya mayînde derbasbûna enerjiya paqij e. Profesor Corinne Le Quéré ya ji Zanîngeha East Anglia jî hişyarî da ku bi kêmbûna rageşiya petrolê re belavbûna karbonê dikare dîsa zêde bibe.

Lêkolîneran, ragihandin ku kêmbûna ji sedî 1.9’î ya belavbûna gazan a têkildarî petrolê ya par, ji bo şoka enerjiyê ya ji ber şerê Îranê çêbû, bersivek demkî û kurt bû. Di vê çarçoveyê de, tê payîn ku belavbûna gazan a têkildarî gazan ji sedî 0.3 kêm bibe û belavbûna gazan a ji karanîna rejî jî ji sedî 0.6 zêde bibe.

Tê texmînkirin ku belavbûna giştî ya Gazan a ji sotemeniyên fosîl, dê bigihîje 38.2 milyar ton û dema ku guhertinên karanîna erdê lê zêde bibin, belavbûna gazan a cîhanî dê bigihîje 43.3 milyar ton.