Newekheviya zayendî ya li bazara kar a Îranê kûrtir dibe

Li gorî daneyên Navenda Îstatîstîkê ya Îranê, cudahiya di navbera beşdariya jin û mêran a di hêza kar de hêj kûr e û di 5 salên dawî de di rêjeya beşdariya aborî ya jinan de tu guhertinek girîng çênebûye.

Navenda Nûçeyan - Li Îranê rêjeya beşdariya aborî ya jinan, di navbera salên 2025-2026’an de tenê ji sedî 13.4 ye, lê ev rêje ji bo mêran gihîş ji sedî 67.9’an. Di heman demê de rêjeya bêkariya jinan jî ji sedî 15 hat tomar kirin. Ev rêje 2.5 qat ji rêjeya bêkariya mêran zêdetir e.

Cudahiya kar a di navbera her du koman de ji sedî 52.4 bû

Li gorî daneyên hatine weşandin, rêjeya beşdariya aborî ya jinan di navbera salên 2021-2022’an de ji sedî 13.3 bû, di navbera salên 2025-2026’an de jî tenê ji sedî1 3.4 bû. Her çend ev rêje di navbera salên 2023-2024’an de gihîşt ji sedî 14.2 jî, di du salên dawî de dîsa kêm bû. Di heman heyamê de rêjeya beşdariya aborî ya mêran jî di navbera ji sedî 67 û 69 de guherî û di navbera salên 2025-2026’an de jî gihîşt ji sedî 67.9’an

Li gorî vê yekê, cudahiya di navbera beşdariya aborî ya jin û mêran de par gihîşt ji 54.5’an. Rêjeya kar a jinan ji sedî 11.4 û ya mêran jî ji sedî 63.8’an bû. Cudahiya kar a di navbera her du koman de ji sedî 52.4 bû.

Rêjeya bêkariyê ya jinan gihîşt ji sedî 15’an

Di heyama 2025-2026’an de, rêjeya bêkariyê ya jinan a gihîşt ji sedî 15’an, yê mêran jî ji sedî 6 bû. Rêjeya bêkariyê ya jinan di heyama berê de ji sedî 14.3 bû.

Di îstatîstîkên ku nifûsa 15 salî û jortir vedihewîne de, rêjeya beşdariya aborî rêjeya nifûsa xebatkar an jî ya li kar digere li gorî tevahiya nifûsê nîşan dide. Lewma rêjeya beşdariya aborî ya kêm a jinan ne tenê bêkariyê, di heman demê de hebûna wan a sînordar a di bazara kar de jî eşkere dike.

Daneyên Navenda Îstatîstîkê ya Îranê ya ji bo pênc salên dawî, nîşan didin ku tevî rêjeya bilind a jinên biperwerde û jêhatî a li welat, jin di bazara kar de bi astengiyên cidî re rûbirû dimînin û di beşdariya aborî û nîşaneyên kar de tu başbûnek girîng çênebûye.