Li Hesekê êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin

Bi sedan ji welatiyên bajarê Hesekê bi meşeke girseyî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Hesekê - Dewleta Tirk bê navber êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Li dijî êrîşan li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên şermezarkirinê tên li darxistin. Bi pêşengtiya Rêxistina Kongra Star, Meclisa Malbatê Şehîdan û Komîteya Perwerdekirina Civakê KPC bi dirûşma “Na ji dagirkerî û guhertina demografî re” meşek girseyî hat lidarxistin.

Meş ji çarxerya Sînalko dest pê kir û li ber gulîstana Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan veguherî mitîngê. Paşê li ser navê Rêxistina Kongra Star a bajarê Hesekê ji aliyê mamoste Êva Ebid El-Kerîm ve daxuyanî hete xwendin.

“Li hemberî biryarên xwe rêzdar bin û rê li ber komkujiyan bigrin“

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di demê dawî de dewleta tirk a dagirker, pîvan û nirxên mirovahiyê û mafên gelan binpê kir û hemû zagon, misogername û belgenameyên Netewên Yekbûyî paşguh kir. Ev hemû kiryarên ku dewleta tirk pê radibe mîras û reftarên imbiratoriya osmanî ya ku di dema hilweşandina xwe de gelek komkojî bi serê gelên herêmê yên resen çi Kurd, Ereb , Ermen û Aşûr kirin. Dewleta tirk îro roj heman kiryaran bi serê gelên me dike. Em wekî jin li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê van kiryarên hovane yên dewleta tirk a faşist bi tundî şermezar dikin bi taybet jî sûncên hovane yên herî dawî li dijî jinên têkoşer û siyasetmedar ew jinên ku ji destpêka şoreşa 19'ê Tîrmehê de nûnertî û misogerkirina vîna jin û civakê kirin. Em bang li Rûsya dikin û hevpeymana agirbestê bi tirkiyê re di 2019’an de imze kirin tînin bîra wan. Em dixwazin rê li ber tirkiyê bigrin û li hemberî biryarên xwe rêzdar bin.”

“Dewleta tirk ji nifşên nû bitirse”

Maosteya zimanê Kurdî Silava Ehmed da zanîn ku êrîşên dewleta tirk ên li ser dibistanên zarokan qada perwerdehiyê hedef dike û wiha anî ziman: “Ev êrîşên ku dewleta tirk pêk tîne êrîşek li dijî felsefeya me ye, li dijî pirojeya Netewa Demokratîk e lewma dibistanên me hedef digire û zarokên me şehîd dixe. Dewleta tirk ji nifşên nû bitrse ji ber ku nifşekî li ser felsefeyek azad mezin û perwerde bûye dûrî hişmendiya bavksalarî ye. Em bang li rêxistinên mirovî dikin ku bi erkên xwe rabin û rê li ber qetilkirina zarokan bigrin.”

Mamosteya zimanê Kurdî Hemrîn Silo got ku bêdengiya dewletên navdewletî li hemberî gef û êrîşên dewleta tirk destkedayîna wan bi dewleta tirk re diyar dike û wiha axaftina xwe domand: “Ev êrîş û kiryarên dewleta tirk li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê hêzên koalîsyonê berpirsyar in. Bi van êrîşan îradeya me nayê şikandin em ê bi perwerdeyan qada xwe ya perwerdehiyê xurtir bikin û ji bo avakirina nifşekî azad û bi exlaq em ê di nava têkoşînê de bin.”

Daxuyanî bi dirûşma “Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.