Li hemberî tarîtiya Talîbanê keçên Bamyanê dev ji hêviyên xwe bernadin

Tevî qedexe, gef û girtinên Talîbanê, navendên perwerdehiyê yên li Bamyanê bune keleha dawî ya berxwedanê. Keçên Efgan bi fêrbûna zimanê Îngilîzî tarîtiyê diçirînin û hêviyên xwe yên serxwebûnê zindî dihêlin.

BAHARÎN LEHÎB

Bamyan – Li Bamyanê, di nava çiyayên ku bi salan şer û guhertinên siyasî dîtine de, dengê bêdeng a zivirandina rûpelên pirtûkan û hînkirina zimanê Îngilîzî, ji bo gelek zarokên keçan wateyekî pir cûda hildigre. Beriya vegera Talîbanê ya ji desthilatdariyê re, çûna dibistan û dibistanên pîşeyî beşek ji jiyana rojane ya zarokên keç bû. Lê piştî ku li ser perwerdehiya jinan sînordarkirinên berfireh hatin ferzkirin, ev pol bûn yek ji çend rêyên ji bo berdewamiya fêrbûn û parastina hêviyê.

Ji bo zarokên keç ên ku deriyên dibistan û zanîngehê ji wan re hatine girtin, her saetek ku li navendên perwerdehiyê tên derbaskirin, hêviya ji nû ve avakirina pêşeroja wan hildigre. Lêbelê ev ne hêsan e. Navendên perwerdehiyê ya li Bamyanê, dibêjin ku ew ji ber perwerdekirina zarokên keç ên rastî zext û gefên Talîbanê tên, carna pol tên girtin û çalakiyên wan tên rawestandin.

Li Bamyanê sê navendên perwerdehiyê hene

Rêvebera navendek perwerdehiya zimanê Îngilîzî ya li Bamyanê, diyar dike ku navend 18 sal berê bi armanca dabînkirina derfetên perwerdehiyê ya ji bo ciwanan hatiye damezrandin. Rêveber, da zanîn ku ew bi xwe jî ji ber astengiyên darayî demekê nekariye Îngilîzî fêr bibe û ev ezmûn wê hişt ku ji kesên din derfetên perwerdehiyê mîsoger bike û îro li Bamyanê sê navendên perwerdehiyê hatine damezrandin.

Lêbelê, di bin siya xebatên perwerdehiyê de fikarek domdar heye. Tevî ku mamosteyek jin a li navendê hevpeyvînê qebûl kir jî, ji ber sedemên ewlehiyê destûra hevpeyvînek vîdyoyî û kişandina wêneyê ya bi awayekî rûyê wê girtî, nehat dayîn.

‘Ez her roj rastî gefan têm’

Rêvebera navendê sedema vê fikarê bi yek hevokê re vêdibêje: "Ez her roj û her kêlî, ji aliyê erkdarên Fermana Qenciyê ve rastî gefan têm û ez du caran bêyî tu sedemek hatim girtin. Yekanê sûcê min perwerde dayîna keçan bû.”

‘Ev navend derfeta ji nû ve fêrbûnê pêşkêşî wan dike’

Yek ji mamosteyên vê navendê Arzu Muhammedî, demek xwendekara van polan bû. Arzû, da zanîn ku eleqeya wê ya bi perwerdeyê re piştî fêrbûna Îngilîzî, hiştiye ku mamostetiyê hilbijêre. Arzu Muhammedî, wiha got: “Ji bo keçên Bamyanê, perwerde ne tenê bidestxistina jêhatîbûnek e, lê di heman demê de rêyeke ku mirov li ser lingên xwe bisekine û serxwebûna xwe ya kesane ava bike.”

Arzu, diyar dike ku ji ber salên şer û pirsgirêkên aborî, gelek kes nekarîn perwerdehiya xwe bidomînin û ev navend derfeta ji nû ve fêrbûnê pêşkêşî wan dike: “Ez bawer dikim ku ev sazî, ji bilî dabînkirina perwerdehiyê, di şert û mercên aborî yên dijwar de ji bo mamoste û karmendan çavkaniyek dahatê jî diafirînin.”

‘Ew dixwazin fêr bibin, bixebitin û serbixwe bin’

Arzu, di berdewamiya axaftina xwe de tevî hemû qedexeyan jî behsa biryardariya domandina perwerdeyê ya keçan dike: “Zarokên keç ên ji Bamyanê di nav her astengiyê de rêyek nû dibînin û bi sedan keç li sê navendên perwerdehiyê dixwînin. Ev yek nîşan dide ku qedexe nikarin xwesteka perwerdehiyê tune bikin. Em qet ji aliyê rejîma Talîbanê an jî gelek beşên civakê ve nayên teşwîq kirin. Lê keçên me hê jî motîve ne. Ew dixwazin fêr bibin, bixebitin û serbixwe bin."

Qedexeyên Talîbanê bandor li ser şêweya perwerdehiyê jî kir. Arzu, da zanîn ku destûr nayê dayîn ku jin dersên xwendekarên mêr bidin, ji ber vê yekê piraniya polan ji bo keçan in. Arzu ya ku nû destbî mamostetiyê kir, hêvî dike ku xwe pêşbixe.

Arzu, çîroka jiyana xwe wekî mînaka rêyek ku bi nezanî guheriye vedibêje. Arzu, demek li Zanîngeha Kabîlê xwendekara derûniyê bû, lê vegera Talîbanê rê li ber wê girt ku xwendina xwe bidomîne. Piştî ku demekê bêkar ma, biryar da ku îngilîzî fêr bibe û vê biryarê ew ji xwendekarek veguherand mamosteyek.

‘Ev polên heyî, hêviyê zindî dihêlin’

Arzu, dibêje ku peyama ew dixwaze bide jinên li Efganistanê ev e ku li hember zehmetiyan dev jê bernedin û derfetên biçûk ên ku derdikevin pêşiya wan winda nekin. Li gorî wê, her çend qedexeyan gelek rê girtine jî, dîsa jî derfetên fêrbûn, mezinbûn û avakirina pêşerojek hene.

Li Bamyanê, qursên Îngilîzî dibe ku di avahiyên sade û li pişt deriyên girtî de bin. Lê ji bo bi sedan keçan, ev kurs ji navendek perwerdehiyê zêdetir e. Ev polên heyî, cihên ku hêviyê zindî dihêlin û berdewamiya rêwîtiya ku Talîbanê hewl da rawestîne misoger dikin.