Li Helebê meşa li dijî tecrîdê

Li dijî tecrîda girankirî a ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşand şêniyên bajarê Helebê meşiyan.

Heleb- Bi pêşentiya hêza parastina civakî a jin şêniyên bajarê Helebê bi hemû pêkhateyên xwe bi dirûşma “Bi rihê berxwedaniya hevgirtina gelan em ê komploya li ser Rêber bi dawî bikin” meşiyan. Meş ji pêşiya jêrzemîna Yasîn a dikeve taxa Şêx Meqsûd a Xerbî dest pê kir heta çerxeya taxa Şêx Meqsûd Şerqî dewam kir. bi hezaran şêniyên taxê li gel endamên sazî û dezgehên sivîl di meşê de amade bûn. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Kongra Star û pankertên bi nivîsa “Dem dema azadiyê ye”, “Êdî bese ji tecrîd, înkar û îxanetê re dem dema azadî û têkbirina komploya 15 şibatê ye” hatibû hildan. Piştî deqeyek rêzgirtinê li ser navê Rêveberiya Hêza Parastina Civakî ya Jin Zeyneb Xalid axivî.
“Dê vîna gelan serkeve”
Zeyneb Xalid got: “Dewleta tirk bi hemû rêbazan êrîşî gelê kurd û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, li hember van êrîşan tu dewlet helwest nîşan nade. Em weke gel em ê bi hêza xwe ya hundirîn li berxwe bidin. Ji xwe ne gengaze komplo li hember îradeya gelan bi ser bikeve. Em ê ala berxwedaniyê hildin. Em tucaran dev ji doza xwe bernadin heya ku em azadiya Rêber Apo û civaka xwe bi dest dixin.”  
‘Divê dawî li komployê were’
Nebîhe Mihemed jî got: “Dewleta tirk tecrîd giran kiriye, desturê nadin hevdîtina malbatê û parêzeran. Em dixwezin di demeke nêz de Rêberê me azad bibe û dawî li tecrîd û komploya li ser gelê kurd tê meşandin bê. Em ê her tim li qada bin û dev ji riya xwe bernedin. Em ê zîndanan bişkênin û Rêberê xwe azad bikin.”
Meş bi dirûşma “Bijî berxwedana Rêber Apo” û “Bimire îxanet” bi dawî bû.