“Dayikek saleke li benda edaletê ye”
Malbata Şenyaşar bang li Bekir Bozdag ê nû ket ser peyîwira Wezareta Dadê kir û got: “Ne dema spasîkirinê ye… Dawiyê li bê edaletiya bi lez mezin dibe bînin! Dayikek li ber deriyê avahiya Edaletê ya Rihayê saleke li benda edaletê ye. Êdî vî dengî bibihîsin!”
Riha - Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 329’an de li gel hewaya sar jî nobeta xwe berdewam dike.
“Êdî vî dengî bibihîsin”
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyayê hesabên @bybekirbozdag, @adalet¬_bakanlik, @RTErdogan, @Abdullah_Erin47 û @erincsagkan etiket kirin û gotin: : “Ne dema spasîkirinê ye… Dawiyê li bê edaletiya bi lez mezin dibe bînin! Dayikek li ber deriyê avahiya Edaletê ya Rihayê saleke li benda edaletê ye. Êdî vî dengî bibihîsin!”