“Jiyana di nav miriyan de”
Kafiya Ehmed Şêx Salih a dayika 7 zarokan piştî ku ji gundê Şêx Elî koçber dibe, karwanê wê di gelek gundan re derbas dibe herî dawî li gundê Til Nesrî radiweste û di goristana Xirîstiyanan de bi cih dibin, wiha dibêje: "Gelo kî cesaret dike di nav miriyan de bijî? Ruxmî vê yekê jî em dijîn û bendewarên vegera gundê xwe ne."
SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Nimûneyeke civakî û pêşiyan heye dibêje: "Di nav goran de ranezê û xewnên nebaş nebîne", yê ku ev gotibûn ne şaş bûn. Lê di roja me ya îro de û di encama polîtîkayên dagirkirinê de, bi hezaran malbat neçar man koç bibin. Piştî êrîşa dewleta tirk a dagirker di Cotmeha 2019'an de, bi hezaran malbat neçar man warê xwe terk bikin û li cihekî bi ewle bigerin. Ruxmî ku agirbesta di navbera Rûsya-Emerîka û Tirkiyeyê de hatibû ragihandin jî mixabin ji ber êrîş û hedefgirtina sivîlan ji aliyê dagirker û çeteyên wan ve, agirbest binpê kirin û her du hêzên garantor (Rûsya-Emerîka) xwe bêdeng, kor û lal nîşan didin. Wekî ku li şanoyê mêze dikin diyar dibe. Em dûr neçin û vegerin gotina xwe ya pêşiyan "Di nav goran de ranezê û xewnên nebaş nebîne", malbata Kafiya ya koçber jî tevli 7 zarokên xwe di mangayeke ku pêwîstiyên definkirina miriyên neteweya Xirîstiyan li gundê Til Nesrî ku bi du km. başûr rojavayî navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dijîn. Ji bo ku em bêtir çîroka Kafiya û malbata wê bizanibin, me serdana wan kir. Di hundirê her malbatê de çîrokek heye lê li gel her malbateke koçber bi dehan çîrokên bi êş hene ku jana bêrîkirinên xwe ji bîranînên xwe re bi rondikên çavan dirêsînin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku Goristana Til Nesrî ya ku kesên jiyana xwe ji dest dane lê veşartî ne, di êrîşa DAIŞ'ê ya di 23'ê Sibata 2015'an de ji aliyê çeteyan ve hatibû xirakirin.
"Em di nav miriyan de dijîn"
Kafiya got ku ew ji ber êrîşên dagirkeriyê koç bûye û wiha domand: "Ji ber dagirkerên ku êrîşî gundê me kirin û ket xeta agir, em neçar man koç bikin û ji gundekî ber bi gundekî din ve biçin heya ku em li Til Nesrî rawestiyan. Me emrê xwe hemû di avakirina mala xwe de derbas kir, kevir bi kevir lêkir û pê re xewnên xwe mezin kirin lê dema ku dewleta tirk û çeteyan êrîş kirin em neçar man warê xwe terk bikin. Niha jî 7 kes di mangeya ku pêwîstiyên definkirina miriyên Xirîstiyan de ji bêr û mûman di nava xwe de dihewand ku dirêjahî û pehinbûna wê jî 3 bi 3 metreyan e, dijîn. Rewşa me pir zehmet e, me deriyê goristanê rakiriye û kiriye taldeyek, konekî çiriyayî jî ku kunkunî bûye bi ser de vegirtiya û firaxên xwe, bîdonê mazotê tê de bi cih kiriye. Dîwarek tune ye ku em pê bisekinin, tew dema ku ba û baran tê ew kon bi hewa dikevin û tiştên ku dane ser xaniyê pez jî bi bayê re diçin."
"Em xewnên nebaş û kabûsan dibînin"
Kafiya behsa xewnên ku dibînin dike û wiha dibêje: "Mirovên di nav miriyan de dijîn, wê rewşa wan çawa be? Ne tenê em zarok û keçên min jî xewnên nebaş û kabûsan dibînin. Li aliyekî din jî em xewnên wisa dibînin ku agir di hundir de vêketiye ango kesên bejinkurt tazî û gelek xewnên ku bêhna mirovan diçikîne, dibînin. Me Quranê bi mala xwe ve daliqandiye û xwe spartiye Xwedê. 4 bizinên me hebûn ji serma, berf û bayê zêde û baranê qefilîn. Me karikên xwe anî hundir da ku li ber sobeyê germ bibin. Em bi hev re jî di mangayê de razan, ji ber tu çareyeke me ya din tune ye. Îsal jî sermayeke ne normal heye, em perdeyan datînin ber derî serma tê û em li ber pencereyê jî datînin eynî serma tê, me xwe bi ser hev de kom kiriye û ji sermayê diranên me li hev dikevin. Mazot kêm e û sobeya me jî her gav ji ber bayê vênakeve û dûman bi ser me ve tê."
"Alîkariyên mirovî ne çare ye, em gundê xwe dixwazin"
Kafiya da zanîn ku ew alîkariyên mirovî naxwaze daxwaza vegera gundê xwe dike û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Alîkariyên mirovî ne her tim hene, mirov tenê bi zikê xwe bifikire û têr bixwe jî nabe, ji ber ku me ewqas ked di avakirina mala xwe de dîtiye, ma em ê wiha hêsan dest jê berdin û pişta xwe bidinê? Ji lewre em daxwaza vegera gundê xwe dikin, em di siya dîwarê wê de jî bijîn baştir e ku em di vê rewşa zor û zehmet re derbas dibin. Ger em li mala xwe bin, ji serma û birçîbûna wê baştir e ku em di nav miriyan de bijîn."
"Jana bêrîkirina gund ji hemû êşan zortir e"
Kafiya bi rondikên çavên ku bi hesreta dîtina mala xwe ye, dawî li axaftina xwe anî: "Pereyên dunyayê jî ji me re bînin, ez wan bi qurbana kêliyek gundê xwe dikim. Yên ku li mala xwe û li cihê ji dayikbûna xwe nejîn, her tişt were ber wan jî vala ye. Ez radibim û rûdinim dibêjim xwezî ez li ber dîwarê mala xwe bûma ku di her quncikek wê de bîranînên min û zarokên min hebûn. Min bêriya rojên ku em bi hev re li ser sifreyek kom dibûn, bi ken û henek rojên xwe derbas dikirin, kiriye. Dema ku roj diçe ava, ez hêviyên xwe pê re nû dikim. Berê cîran diçûn cem cîranên xwe, di rojên xweşî û nexweşiyê de li kêleka hev bûn. Lê niha em li vir wekî xerîbên, di nav miriyan de dijîn û em tenê miriyan dibînin."