Li Helebê komxebata şêwirê hat lidarxistin

Meclisa Jinan a Sûriyeyê li Helebê bi tevlîbûna jinên Sûriyeyê yên endazyar, rojnamevan, parêzer, mamoste û aktîvîstên serbixwe yên tevahî pêkhateyan komxebata şêwirê li dar xist.

Navenda Nûçeyan- Di komxebatê de berdevka Nivîsgeha Helebê ya Meclisa Jinan a Sûriyeyê Heyfa Hesen li ser rola jinan di avakirina pêşerojeke baştir de axivî û diyar kir ku divê pêkanînên jinan û derfetên wan ên ku nûnertiya hêmana bingehîn a misogerkirina geşkirinê dike, werin naskirin.

Aktîvîsta serbixwe Emcad Dahir li ser qonaxên damezirandina Meclisa Jinan a Sûriyeyê, armanc û makanîzmaya wê ya rêxistinî û rêveberî axivî.

Piştre endama Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Jinan a Sûriyeyê Rîham Mihemed axivî û diyar kir ku divê piştgirî ji bo jinan bê dayîn da ku zehmetiyên li pêşiya xwe derbas bikin. Rîham anî ziman ku destkeftiyên jinan di dîrokê de nedihatin nivîsandin û got: "Ji ber ku yên dîrok dinivîsandin hebûna jinan înkar dikir."

Beşdaran jî bi nêrînên xwe banga bilindkirina asta têkoşîna jinan a li hemberî paşguhkirina siyasî û misogerkirina maf û erkên wan kir.

Beşdaran di nîqaşan de li ser pêwîstiya xurtkirina cihê jinan di civakê û cihê biryardayînê de da, her wiha beşdaran anî ziman ku pêwîstî bi dabînkirina jîngeheke guncaw heye ku jina Sûriyeyî li ser tevahî aliyan bi taybet aliyê çapemeniyê xwe xurt bike.

Di dawiya komxebatê de encamname wiha hat diyarkirin:

- Pêwîstiya hebûna jinan di cihên biryardayînê.

-Rastkirina rûsyê jinan di ragihandinê de.

- Zêdekirina panel û atolyeyan.

- Teqeziya li ser derketina hêzên dagirker ji xaka Sûriyeyê.

-Xurtkirina aliyê perwerdekirina jinan.