Îsraîlê ji aşkerakirina agirbestê heta niha li Xezayê 123 kes kuştin
Ji ragihandina agirbesta ji aliyê artêşa Îsrailê ya li Zîvala Xezayê ve heta niha di êrîşên ku pêk aniye de 123 Filîstînî mirine.
Navenda Nûçeyan- Midûriyeta Parastina Sivîl a li Xezayê de, têkildarî mirî û birîndarên di encama êrîşên Îsraîlê yên piştî ragihandina agirbestê de, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li hemû bajarên Zîvala Xezayê di encama êrîşên Îsrailê de 123 kesan jiyana xwe ji dest dane, 270 kes jî birîndar bûne. Hat destnîşankirin ku di nav kesên jiyana xwe ji dest dane de 33 zarok û 33 jî jin hene.
Peymana pevguhertina rehîneyan a di navbera Îsraîl û Hamasê de
Ji welatên navbeynkar Qetarê ragihand ku di 15’ê Çileyê de di mijara pevguhertinê û agirbesta di navbera Hamas û Îsraîlê ya li Xezayê de peymanek hatiye çêkirin. Li gor vê yekê dê agirbest di 19’ê Çileyê roja Yekşemê saet di 08:30’an de bikeve meriyetê. Li gor peymana agirbestê ku ji 3 qonaxan pêk tê, di 42 rojên destpêkê de 33 rehîneyên Îsraîlê wê werin berdan. Li gor peymanê, alîkariyên mirovî yên li Zîvala Xezayê ne tê de, vegera Filistîniyan a ji bo cîhê xwe bûne jî digre nava xwe.
Hûrgûliyên qonaxa dûyem û sêyem, ewê bi temamkirina qonaxa yekem re bên eşkerekirin.