Li Helebceyê merasîma bîranînê destpê kir
Merasîma bîranînê ya 37’emîn salvegera Kîmyabarana Helebceyê bi meşek destpêkir û tê payîn merasîm 3 rojan dewam bike.

Navenda Nûçeyan – Îro 37’emîn salvegera Kîmyabarana Helebceyê ye, beriya 37 salan di 16’ê Adara sala 1988’an de rejîma Baasê bi gazên kîmyawî Helebceyê bombebaran kir. Di encama êrişa hovane de zarok, jin kal û ciwan nav de zêdetirî 5 hezar kes şehîd bûn, hezaran kes birîndar bû winda bûn. Bi vê boneyê her sal merasîmên bîranînê tên lidarxistin.
Di heman çarçoveyê de, îro jî li Helebceyê, li ber derê Baxê Giştî ya Helebceyê merasîma bîranînê bi meşek destpêkir û wê meş heya ber derê bîrdariya Helebceyê bidome.
Tê payîn merasîma îsal 3 rojan dewam bike, wê di 3 rojan de gelek peyam, berhemên hunerî, panel û semîner werin pêşkêş kirin.