Ji Suweydayê: Em welatek azad û bê şer dixwazin

Aktîvîsta Tevgera Gelêrî ya li bajarê Suweydayê ya Sûriyeyê Îlham Rîdan tekez kir ku ew dixwazin şer bê rawestandin, aştî çêbibe û welatek azad ku nasnameya hemû pêkhateyan were pejirandin dixwazin.

ROŞÊL CONYOR

Suweyda – Piştî bi dehan salan cara yekem e çalakiyên 8'ê Adarê li Sûriyeyê li dar dikevin. Pîrozbahiyên Roja Jinan a Cîhanê li piraniya bajarên Sûriyeyê tune bû. Yek ji wan jî Suweyda ye tevî ku jinên wê ji şoreşa Sûriyeyê ya mezin heya serhildana 2011'an di tevgera gelêrî de pêşeng bûn.

'Rejîma Baasê 8'ê Adarê kiribû roja biçûkxistina jinan'

Aktîvîsta Tevgera Gelêrî ya li Suweydayê, endama Desteya Civakî ya Karên Niştmanî û endama koma "Keçên Buharê" Îlham Rîdan diyar kir ku cara yekem e 8'ê Adarê pêşwazî dikin û wiha got: “Ev roj ji aliyê rejîma berê ve weke navgînek ji bo biçûkxistina têkoşîna jinan dihat bikaranîn. Weke koma jinên ciwan ji sala 2000'an ve me dest bi şevbêrkên hunerî û zindîkirina Roja Jinan a Cîhanê kir. Bi destpêkirina aloziya Sûriyeyê di sala 2011’an de li dijî rejîma Baasê, me çalakiyên xwe yên şermezarkirina kiryarên rejîmê li ser jinan, li dar xistin."

'Ji ber kiryarên li peravê me 8'ê Adarê pîroz nekir'

Der barê tunebûna sedemên pîrozbahiyên Roja Jinan a Cîhanê li bajarê Suweydayê Îlham Rîdan dest nîşan kir ku kêfxweşiya wan ji bo vê rojê îsal temam nebûye û wiha domand: “Ji ber kiryar û pevçûnên ku li herêmên peravê li ser pêkhateyên Elewî pêk hatin, me biryar girt em îsal pîrozbahiyan li dar nexin û me piştevaniya xwe ji bo gelê peravê ragihand. 8'ê Adarê ji bo me rojeke dîrokî ye."

'Bila şer bê rawestandin û aştî çêbibe'

Îlham Rîdan, der barê bang û daxwazên jinên Sûriyeyê têkildarî Sûriyeya nû de wiha got: "Jinên Sûriyeyê daxwaz dikin ku welatekî azad dûrî tundiyê bê avakirin. Di heman demê de riya koçberiyê li pêşiya ciwanan were girtin. Tevî hemû astengî û kêşeyan tevgerên femînîst wê ji bo pêkanîna edalet û demokrasiyê bi hemû jinên Sûriyeyê re di nava liv û tevgerê de bin. Di roja 8'ê Adarê de em daxwaz dikin ku şer bê rawestandin û aştî çêbibe, li welatek azad nasnameya hemû pêkhateyan were pejirandin û bikaribin bi hev re bijîn."