Li Hanau'yê penala ‘malbata demokratîk’
Di panela li Hanau'yê hatî li darxistin de bandora feraseta sefrweriya mêr a di nava malbatê de û awayên nû yên tundiyê hat nîqaşkirin. Hate destnîşankirin ku divê têkiliyên di nava malbatê de, demokratîk bibe.
Navenda Nûçeyan – Yekîtiya Jinên Kurd a li Elmanyayê (YJK-E) û Konfederasyona Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) bi dirûşmeya ‘Li dijî qirkirina jinê û li hemberî feraseta bi serweriya mêr em têkoşîna xwe ya civakî mezin dikin’ dest bi çalakiyên 25’ê Mijdarê kir. Li Navenda Civaka Demokratîk a Hanau'yê bi sernavê ‘Malbata Demokratîk’ panelek hate lidarxistin.
Di panelê de endama TJK-E'yê Meral Çîçek û pispora pedagojiya zarokan Bengî Başpenîr weke axaftvan amade bûn. Di panelê de, bi sernavên ‘Çanda Jiyana Demokratîk di Malbatê de’, ‘Girîngiya Dêûbavtiya Demokratîk’ û ‘Astengkirina Fêrbûna Tundiyê’ hişmendiya serdest a mêran a di bingeha kuştinên jinan de, dîtina jinan wek milk, têkiliyên hêzê di nav malbatê de û awayên nû yê hiberandina tundiyê hatin nîqaşkirin.
Demokratîkkirina têkiliyên malbatê
Di panelê de hate destnîşankirin ku malbat şaneya bingehîn a civakê ye û hate gotin, ji bo avakirina civaka demokratîk, demokratîkkirina têkiliyên di nav malbatê de, gelekî girîng e.
Di panelê de ji bo afirandina jiyana malbata demokratîk, xurtkirina feraseta malbatî ya demokratîk û pêşîgirtina li tundiyê, pêşniyarên çareseriyê hatin kirin. Di panelê de hate diyarkirin ku divê têkoşîna li dijî feraseta serdest a mêran, ji malbatê dest pê bike û ber bi hemû qadên jiyanê ve berfireh bibe.