Ji Bendava Tişrînê helwesta jinên Kobanê û Cizîrê

Jinên Kobanê yên ku nobeta Bendava Tişrînê ya di roja 22’an de dewrî jinên Cizîrê kirin helwesta xwe ya li hemberî dagirkeriya Tirk ku komkujiyan dike anîn ziman û gotin ku rêxistinên mafên mirovan komkujiyan ji nedîtî ve tê.

SORGUL ŞÊXO

Tişrîn – Îro berxwedana şevanên QSD û YPJ yê li dijî dagirkeriyê li Bendava Tişrînê dimeşînin, ket roja xwe ya 53’an. Her wiha berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser Bendava Tişrînê dikeve roja 22’an. Li ser vî bingehî îro piştî 5 rojan gelê Kantona Firatê nobedariya ji bo parastina bendavê ku ji ber êrişên dewleta Tirk metirsî li ser heye, her wiha ji bo xwedî derketina li av, ax û enerjiya xwe dewrî gelê Kantona Cizîrê kir.

Jinên Kobanê yên berxwedanê dewir kirin û jinên Cizîrê yên bi coş xwe gihandin bendavê ji ajansa me re axivîn.

Bang li Koalîsyona Navdewletî

Selwa Hec Mehmûd a ji Kobanê ku amadekariyê xwe yê xatirxwestina ji Bendava Tişrînê dikir da ku nobetê dewrî jinên Cizîrê bike wiha got: "Me nobet dewrî xelkê me yê Cizîrê kiriye. Heta ku em serkeftinê tacîdar nekin em ê dest ji nobeta bendavê bernedin. Tevî ku dewleta Tirk a dagirker me armanc girt birîndar û şehîd jî çêbûn me gav paşve neavêt. Em ji vir bang li Koalîsyona Navdewletî dikin ku bi erkên xwe rabe her wiha li hemberî komkujiyên ku dewleta Tirk li ser bendavê û bajarê Sirînê pêk tîne bêdeng nemîne û çavên xwe negire. Em Bendava Tişrînê weke hebûn û nebûna xwe dibînin, li ser vî bingehî jî dê berxwedana me bidome."

‘Ne sazî û rêxistinên mafên mirovan in, cihê bazirganiya mirovan in’

Terfa Fewaz xiwşka 3 pakrewan e ji Kantona Cizîrê jî berxwedana gelê Kobanê û nobedariya wan silav kir û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Her topeke ku dewleta Tirk davêje em bi lîlandin û çepikan pêşwazî dikin, bi vî ruhî em li vir li ber xwe didin û berxwedana gelê Kobanê jî ji dil silav dikin. Ji av û axa me jî ditirse, heta kengê wê ev êrîş bidomin! Qey Koalîsyona Navdewletî nabîne çi li vir diqewime? Ew nebînin û tiştekî nekin em hene û em ê heta dawî piştgiriyê bidin hev, axa xwe biparêzin. Lê li vir em dixwazin pirsek bikin; qey kesên li Bendava Tişrînê tên hedefgirtin û jiyana xwe ji dest didin û birîndar dibin, mirov nîn in? Çima sazî û rêxistinên mafên mirovan bêdeng in û tu rol nalîzin? Mafê me heye em werin parastin. Lê diyar e ku rêxistinên mafên mirovan polîtîk in her wiha ne cihê parastina mirovan ew cihê bazirganiya giyanê mirovan in."

Terfa Fewaz wiha dawî li axaftina xwe anî: "Eger kes neyê û nebe alîkar jî em besî xwe ne divê ku gelê Kurdistanê xwedî li Rojava derkeve. Bila êrîş bike em ji top û bombeyan natirsin. Eger îro em nekin wê kî ji bo me bike, ji bo wê jî divê ku her kes xwedî li Rojava derkeve û wê biparêze."