Bajarê Şîno ket bin kontrola gel hêzên ewlehiyê ji bajar derketin

Xwepêşandanên li seranserê Îranê, zêdetirî heft rojan e berdewam dikin û li gorî dîmenên ku di torên civakî de belev bûne beşek ji bajarên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê xelkê ve hatin kontrolkirin û hêzên ewlehiyê ji bajar derketine.

Navenda Nûçeyan- Piştî bangewaziya ji bo xwepêşandanên li seranserî Rojhilatê Kurdistan û Îranê, rejîma Îranê zêdeyî 26 çalakvanên medenî û siyasî bi lêdan û heqaret girtin.

Rêxistina mafên mirovan a Îranê ragihand ku ji ber teqîna guleyên rasterast ên hêzên rejîma Îranê piştî nerazîbûnên kuştina Jîna Emînî dest pê kir. Di nava hefteyekê de zêdetirî 50 kes hatin kuştin û bi sedan kes birîndar bûn, heta niha jî ev hejmar zêde dibe.

Xwepêşandan li seranserî Îranê berdewam dikin û li gorî dîmenên ku di torên civakî de hatine belavkirin beşek ji bajarên Rojhilatê Kurdistanê Şino, Merîwan û gelek ji gundên derdora Sine ji aliyê xelkê ve hatine kontrolkirin û hêzên ewlehiyê yên rejîma Îranê derxistine û li gorî agahiyên herî dawî fermandeya leşkeran ji bajar derketiye.

Tê gotin niha xetên înternetê û pêwendiyê hatine qutkirin lê belê xelkê Şino parastina bajar dike û rê nade hêzên rejîma Îranê bikevin bajar.