Li girtîgeha Evînê zextên li ser jinan zêde dibe

Hat ragihandin ku rayedarên girtîgeha Evînê ceza li gelek girtiyên jin biriye. Hate gotin ku di nav girtiyan de Serunaz Ehmedî, Pexşan Ezîzî, Nêrgiz Mihemedî û Werîşe Mûradî jî hene.

Navenda Nûçeyan – Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HERANA) di nûçeyek xwe de ragihand ku rayedarên girtîgeha Evînê, li 22 jinên girtî yên li girtîgeha Evînê, qedexeya peywendî, dîtina malbatê birîne.

Hate gotin ku her 22 girtî, ji mafên xwe bê par tên hiştin û nahêlin malbatên xwe bibînin. Li gorî nûçeyê sedema cezayan jî ewe, jiber ku jinên girtî di dema borî de daxwaza çûyîna nexweşxane û tedawiyê kiribûn û nerazîbû nîşan dabûne.

Li gorî heman nûçeyê di nava jinên girtî yên ceza li wan hatiye birîn de, Serunaz Ehmedî, Pexşan Ezîzî, Nêrgiz Mihemedî û Werîşe Mûradî jî hene.