Li Fransayê bi hezaran jin li dijî destdirêjiyê daketin qadan

Li gelek bajarên Fransayê, bi hezaran kes ji bo piştevaniya bi Gisele Pelicot ku di têkoşîna li dijî êrişa zayendî de bûye sembol û jinên ku destdirêjî li wan hatiye kirin hatine daketin qadan.

Navenda Nûçeyan – Li gelek bajarên weke Nantes, Rennes, Nîce, Parîs, Marsîlya yên Fransayê piraniya wan jin bi hezaran kes, li diji destdirêjiya li Gisele Pelicota pêk hatiye daketin qadan. Mêrê ku Gisele Pelicota pê re zewicî bû, 10 salan bi dermanên hişbirê hatiye razandin û bi destdirêjiya 80 re rû bi rû maye. Ji bo piştevaniya bi Gisele Pelicota ku li welat bûye sembola têkoşîna li dijî tundiya zayendî, saziyên ku parastina mafê jinan dikin ji Marsîlyayê heta Parîsê li nêzî 30 bajaran banga derketina qadan kirin.

Li Qada Republique ya li Parîsê bi hezaran kes di 14’ê Îlonê de li hev kom bûne, pankartên ku li ser nivîsên ‘Em hemû Gisele ne’, ‘Em tecawîzkar dibînin’, ‘Divê aliyê şermê were guherîn’, ‘Mexdûr em ji we bawer dikin’, ‘Hûn ne bi tenê ne’, ‘Ji bo têkoşîna li dijî tundiya hemberî jinan 3 milyon euro’ hilgirtin.

‘Divê em li ser çanda destdirêjiyê biaxivin’

Yek ji organîzatorên protestoyan Anna Taumazoff wiha got: “Hatina vê derê gelek girîng e, ji ber ku divê em li ser çanda destdirêjiyê biaxivin. Piştî heft salan a MeToo, em dizanin ku ne cûreyek taybet ya qurbaniyê ye. Di heman demê de em hemû jî ferq dikin ku ne cûreyek taybet yê tecawizkarê ye.”

Li Rennes ya li aliyê din yê Fransa bi sedan kes pankartên ku heman dirûşme lê nivîsîn hilgirtin. Li Marsîlyayê bi hezaran kes li ber deriyê avahiya edliye pankartek ku dirûşim tê de cih girt daliqandin.

Doza destdirêjiyê

Gisele Pelicot, dibêje ku 10 salan dema ne li ser hişê xwe bûye, ji aliyê Dominique Pelicot yê pê re zewicî bû bi destdirêjiya bi dehan mêrê ku aniye mala xwe re rû bi rû hatiye. Çîroka wê ya ji destpêka meha Îlonê ve di destpêkirina darizandina fail Dominique Pelicot heta niha li Fransayê bandorek mezin ava kir. Gisele Pelicot bû sembola têkoşîna li dijî êrişa zayendî û cesaretê.

Gisele Pelicot di danişînê de mafê xwe yê veşatina nav negirt. Parêzerên wê diyarkirin ku ji bo civakê bi awayekê vekirî meşandina darizandinê ku dê heya meha kanûnê bidome biryara wê ye û ew armanc dike ku bal bikşîne ser rewşa jinên madeyên hişber dane wan û ew rastî destdirêjiyê hatine.

Fail Dominique Pelicot yê 71 salî ku bi sûcê teşwîqkirina tecawîzkirina Gisele Pelicot 10 salan ji aliyê zêdeyî 80 mêran ve tê darizandin û di serê heftê de danaşîn bihata li darxistin, bi hinceta pirsgirêkên tendirûstiyê bejdar nebû. Tê pêşbînî kirin ku dema rewşa tendirûstiya Dominique Pelicot baş bû wê di roja dûşemê de îfade bide. 

Dozger dibêjin ku fail di malperek ya înternetê de daxwaza têkiliya zayendî li Gisele kiriye û destdirêjiyê qeyd kiriye. 

Di çarçoveya dozê de 50 mêrên ku bi êrişa zayendî tên sûcdarkirin werin darizandin, hate diyarkirin ku 30 gumanbarên ku heta niha nav û nasnameya wan nayên zanîn hatine berdan. Her yek ji sûcbaran bi cezayê girtîgehê yê 20 salan re rû bi rû ne.