Li Floridayê jinek û 3 zarok hatin qetilkirin
Li başûrê Floridayê di encama êrişeke çekdarî de jinek û 3 zarok hatin qetilkirin, 2 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Li gorî agahiyên ku rayedaran parve kirine, li başûrê Floridayê ya DYA’yê di encama gulebaranê de jinek û 3 zarok hatine qetilkirin û 2 kesên din ên birîndar jî rakirine nexweşxaneyê.
Şefê Tîma Rizgarkirinê Michael Kane ji rojnameya Sun Sentinel re got bûyer li Parka Pembroke saet di 20.00’an de (bi dema herêmî) qewimiye.