Ji ber zextên civakî jinên li gundan ji mafên xwe bêpar dimînin

Jinên li gundan dijîn zêdetir rastî binpêkirina mafan, pirsgirêkên aborî û zextên civakî tên. Gelek jin bi keda xwe dixebitin, yekane çavkaniya debara malbatên xwe ne û ji ber zextên civakî ji mafên xwe bêpar mane.

ESMA FETHÎ

Qahîre – Jinên li gundan, ji ber ramanên serdest ên di civakan de zehmetiyan dikşînin. Piraniya jinan bi karên malê sînordar dimînin. Her wiha hinek jî bi tundî û şîdetê re rûbirû ne. Gelek jin jî di bin germa zêde de di nava zeviyan de dixebitin ji bo debara xwe bikin. Tevî ku li gundan zarokên keç dixwînin û hîn dibin jî dîsa ji aliyê civakê ve azadiya wan tê astengkirin.

Bi hemleyan hişyarbûnê di nava jinên gund de belav dikin

Endama Însiyatîfa Jinên Gundan Neda Selah diyar kir ku tecrubeya wê bi jinên gund re bandorê li jiyana wê kiriye û wiha got: "Bi komeke jinan re em berê xwe didin gundan û hemleyên hişyarkirinê di nava jinan de li dar dixin. Em girîngî didin pêşxistina aboriya wan. Çanda civakî jî bendek bingehîn a sînordarkirina azadiya jinan e. Ji ber vê yekê em zanebûnê di nava jinan de belav dikin ji bo bikaribin van bendan bişkînin. Em bi riya hemleyên xwe jinan perwerde dikin ji bo bikaribin pêşengiya projeyên biçûk di jiyana xwe de bikin."

Piştevaniya di nava jinên gundan de

Neda Selah tekez kir ku ew berhemên jinên gundan li ser medyaya dîjîtal belav dikin û wiha axivî: "Ev gav dihêle asoyên jinan û berhemên wan li herêmên erdnîgarî yên berfireh, belav bibin. Ji komên ku însiyatîf bi wan re hevkariyê dike, daxwazek mezin ji bo berheman heye. Xebata me di însiyatîfê de jinan dixe cihekî ku em dikarin piştevaniyê bidin wan û berhemên wan di nava şert û mercên cuda de bidin danasîn. Tundî di nava civakên gundan de bi gelek awayan heye. Pêwistî bi ked û têkoşînê heye ku em bikaribin vê tundiyê bi dawî bikin. Serxwebûna jinan a aborî gavek e ku jin bi vê yekê dikarin hemû kiryaran red bikin."

Kêşeyên ku jinên gundî pê re dimînin

Neda Selah tekez kir ku jinên gundî bi hêz in û xwedî îrade ne. Ew hemû şert û mercên jiyanê tehemul dikin ji bo ku debara malbata xwe bikin. Neda Selah wiha domand: "Kêşeyên ku jinên gundan bi wan re rûbirû dimînin ew e ku jîngeha tê de dijîn bê ewle ye. Bi kiryar û binpêkirinan re rûbirû dimînin. Xebata jinan di nava zeviyan de bi saetên dirêj dihêle ku tendirustiya wan xirabtir bibe. Amûrên veguhestinê jî li gundan ne guncav in. Jin bi vê kêşeyê re jî dimînin. Jinên gundan di jiyan û xebata xwe de ne xwedî biryar in. Mûçeyên ku digrin jî nikarin bi azadî ji xwe re xerc bikin."

'Çareserî di pêşxistina aboriya jinan de ye'

Der barê sendîkayan û hebûna jinan de Neda Selah tekez kir ku heya niha jin bi awayek zêde di nava sazî û sendîkayan de cih negirtine û got: “Ji ber bandora çanda civakî li ser jinan gelek mezin e. Hebûna jinan di nava mêran de şerm tê dîtin. Çareserkirina pirsgirêkên jinên gundan di pêşxistina qada aborî de ye. Ji ber ku rewşa baş a aborî dikare rastiya jinan baştir bike û serxwebûna wan ava dike. Jin bi pêşxistina aboriya xwe dikare bibe xwedî biryar û kiryaran red bike."