Li Fîlîpînê ji ber lehî û şemitîna axê 72 kesan jiyana xwe ji dest dan

Fîlîpîn ku her dem rastî lehî, şemitîna axê û bahoza tropîkal tê, dîsa ev karesat çêbû û hejmarek zêde kes ji ber mirin. Tê diyarkirin ku 72 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Li Fîlîpînê ji ber bandora barana payîzê ango bahoza tropîkal Nalgae, lehî û şemitîna axê çêbû. Piştî bahoza tropîkal Nalgae, bîlanço hêdî hêdî zelal dibe. Li gorî daxuyaniyên hatine dayîn, tê tomarkirin ku 72 kesan jiyana xwe ji dest dane, çarenûsa 14 kesan jî nayê zanîn û xebatên lêgerînê berdewam dikin.

Bahoza tropîkal Nalgae, li koma giravan a girava sereke ya Luzonê ya Fîlîpînê di seatê de bi bayê 95 km/h lê da

7 hezar kes hatin tehliyekirin

Berdevkê parastina sivîl a welat Raffaeleto Alejandro ragihand ku bi destpêkirina barana zêde re hejmara miriyan gihîştiye 72 kesan û herî kêm 14 kes hê jî winda ne. Raffaeleto Alejandro diyar kir ku ew li benda bahozê ne û 5 hezar kes di tîmên lêgerîn û xilaskirinê de ji bo mudaxeleyê amade ne. Raffaeleto Alejandro da zanîn ku beriya destpêkirina bahozê ji herêmê 7 hezar kes hatine tehliyekirin.

Di meha Nîsanê de hejmara kesên ku li Fîlîpînê di lehî û şemitîna axê ya ji ber bahoza tropîkal Megî de jiyana xwe ji dest dan, ji 172 kesan zêdetir bû.