Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 600'î de ye

Malbata Şenyaşar di roja 600'î ya nobeta edaletê de, li Fûara Pirtûkan a CNR Mêrsînê ya 7'an li ser navê nivîskar Alî Oruç, pirtûka wî ya bi navê "Adalet" a li ser têkoşîna Emîne Şenyaşar e, îmze kir.

Mêrsîn- Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 600’emîn de li Mêrsînê didome.

Malbata Şenyaşar li Fûara Pirtûkan a CNR Mêrsînê ya 7'an li ser navê nivîskar Alî Oruç pirtûka wî ya bi navê "Adalet" a li ser têkoşîna Emîne Şenyaşar îmze kir. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê Fatma Kurtalan, Hevserokê HDP'a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û gelek kes tevlî çalakiya îmzeyê bûn. Li standa weşanxaneyê pankarta li ser "Edalet ji bo malbata Şenyaşar nivîsandî" hat daliqandin. 

Ji malbata Şenyaşar Ferît Şenyaşar û parlamentera HDP'ê ya Mêrsînê Fatma Kurtalan li ser navê nivîskar Orûç pirtûkê îmze kirin.