Li Gêlê sercerdevan jina ku pê re zewicandî bû birîndar kir

Li Gêla Amedê sercerdevanê bi navê Selahattin Umay jina ku pê re bi mehra olî zewicandî bû bi giranî birîndar kir.

Amed- Li Gêla Amedê Selahattîn Umay ê ku hat diyarkirin sercerdevan e, li E.U. ya ku pê re bi mehra olî zewicandîbû, her dem şîdetê dikir bi giranî birîndar kir.

Li gorî agahiyan bûyer di saetên êvarê de li gundê Heydana Jorîn ên Gêlê qewimî. Keyayê gund û sercerdevan Selahattîn Umay, bi salan şîdetê li E.U kir û hewl da wê bi kêran qetil bike. Zarokê wan ê 14 salî bû şahidê bûyerê.

Gule li bavê xwe reşand

Zarokê wan M.U yê ku dît bavê wî bi giranî dayika wê birîndar kiriye, bi çeka beylik sê gule bera bavê xwe da. Selahattîn Umay ji ber guleyên ku li bedena wî ketin birîndar bû. Piştî ku gundiyan agahî dan komên tendirustiyê hatin û her duyan rakirin nexweşxaneyê. Ji ber ku rewşa jinê giran bû wê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Gazî Yaşargîlê.

Piştî bûyerê zarokê 14 salî hat binçavkirin û der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.