Li Efrînê zarokek bi guleyê çeteyan hat qetilkirin

Li Efrînê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wî de ye zarokek bi guleyê çeteyan hat qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecihî dane, çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji ber pêşketina Recep Tayyîp Erdogan di hilbijartinên serokkomariya Tirkiyeyê de li ser namzetê muxalefetê Kemal Kiliçdaroglu, gule berdan.

Di encama gulebaranê de, li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê zarokek hat qetilkirin û hin kesên din jî birîndar bûn.

Guleyên bê ser û ber tên teqandin li ser banên malan û konên li bajêr dikevin û di nava xelkê de tirs çêkiriye.