Li Efganistanê sala nû ya perwerdê bi qedexeya li ser zarokên keç destpê kir
Li Efganistanê sala perwerdê ya nû bi qedexeyan destpê kir. Piştî pola 6’an destûr nayê dayîn xwendekarên keç biçin dibistanê, ji bo zarokên xort jî qadexe anîn. Mamosteyan fikarên xwe anîn ziman û gotin: “Ev qedexe me ber bi bêhêvîbûnê ve dibe.”

BAHARÎN LEHÎB
Bamyan – Di ser serdestbûna Talîbanê ya di rêveberiya Efganistanê re 4 sal derbas bûn. Di nava vê demê de Talîban bi taybetî ji bo zarokên keç ji qadên civakê dûr bixe gelek pêkanîn bipêş xist. Qedexekirina dibistanan a li keçikan, ya ku di nava van pêkanînan de herî zêde rastî nerazîbûnan hat e. Vê mehê li Efganistanê sala nû ya perwerdê destpê kir. Lê belê piştî pola 6’an keçikên ku dixwazin perwerdeyê bidomînin, cardin hatin astengkirin.
Li Efganistanê zêdeyî sê salane zarokên keç nikarin xwe bighînin perwerdê. Li gor rapora Netewên Yekbûyî (NY) ku hatiye weşandin; zêdeyî 5 milyon keçik nikarin perwerdeya xwe bidomînin. Li aliyê din, ji bo kurikên diçin dibistanê qedexeyên nû anîn. Ji bo wan jî cilên kevneşopî yên Efganî yên dirêj tûnîk (pirahan) û pantorên lingên wan fireh (tomban) hat ferzkirin. Divê kumê spî (takke) jî bidin serê xwe. Xwendekarên ku li gor van pîvanan tevnegerin, nikarin bikevin dibistanê. Di heman demê de dersên zanyarî hatin kêmkirin û hejmara dersên olî hat zêdekirin.
Di dibistanan de qedexeyên nû
Ji bo em qedexeyên Talîbanê li cihê wê bişopînin, li wîlayeta Bamyan me serdana du dibistanên cûda kir. Yek ji vana dibistanek taybet bû. Li wê derê me bi mamosteya bi navê Şemsiye Şerîf re hevdîtin çêkir. Mamoste Şemsiye zor û zehmetiyên nû yên ku di qada perwerdê de lê rast hatine, bi van gotinan anî ziman: “Sala borî me fermanên nivîskî ji midûriyeta perwerdeya Bamyan digirt. Ev ferman, bi taybetî derbarê pîvanên pêçanê de bûn. Ev ferman, pîvanên tund digre nava xwe.” Şemsiye Şerîf diyar kir ku perwerdebûna xwendekaran gelek girîng e û destnîşan kir ku Efganistan yek ji welatên dinyayê yên rêjeya xwendin û nivîsandinê herî kêm e. Şemsiya Şerîf anî ziman ku îsal sala perwerdê bi pêkanîna qeydên derbarê cilên xwendekarên kur de destpê kiriye û wiha got: “Armanca me perwerdekirina nifşên pêşerojê ne. Lê belê ev qeydên nû yên ku Talîbanê anîne, me ber bi bêhêvîbûnê ve dibe.”
Ji bo xwendekarên keç rêwîtiya perwerdê hê zortir e
Dema ku me serdana dibistanek dewletê kir, me dît ku beşek zêde ji xwendekarên di dibistanê de perwerde dibînin, bi kîlometreyan rê diçin û riyên herî zor derbas dikin û dighijîn dibistanê. Yek ji mamosteyên di dibistanê de dixebitin Şaziye Nefes e. Wê jî fikarên xwe yên derbarê polîtîkayên perwerdê yên Talîbanê de bi van gotinan anî zima: “Ez nizanim Talîban dixwaze çi bike. Qedexeyên perwerdê yên li dijî jin û zarokên keç têr nake, niha jî ji xortan re jî qedexe anîne. Êdî li dibistanan dersên zanyarî û zanistên civakî kêm kirine, hejmara dersên olî zêde kirine. Ji derveyî vê, gelek perwerdekar ji kar hatin derxistin û ev zêdeyî sê mehan e mûçeyên mamosteyan nayên dayîn.”
Şaziye Nefes destnîşan kir ku neçar e malbatek ji çar ferdan pêk tê xwedî bike û got: “Mamosteyên din ên ku li vê derê dixebitin, di heman rewşa min de ne. Carnan ez ji xwe pirs dikim: Talîban çi ji me dixwaze? Armanca evqas zext û zilmê çi ye?”