Li Efganistanê ji ber lehiyan 99 kes jiyana xwe ji dest dan

Ji ber lehiyên ku li Efganistanê di du hefteyên dawî de rû dan 99 kes jiyana xwe ji dest dan. Ji bo heremên navîn û bakur û rojhilatê welat hişyarî hat kirin.

Navenda Nûçeyan – Li Efganistanê ji ber helandina berfê, barana zêde û nebûna binesaziyê lehiyên ku du hefteyên dawî pêk hatin bûn sedema karesatê. Lehî herî zêde li wîlayetên Gaznî, Paktîa, Cuzcan, Ferah, Samangan, Pervan, Hilmend û Nangerharê bi bandor bûn.

Hat ragihandin ku di 4 rojên dawî de herî kêm 29 kes, di navbera dîrokên 11-14 de jî herî kêm 33 kes jiyana xwe ji dest dane. Li hin hereman ji ber hezîna axê yê ji ber barana zêde rû da kesên jiyana xwe ji dest dan çêbûn. Li gor ragihandina qenala TOLO News; di du hefteyên dawî de li seranserî welat ji ber lehiyan 99 kes jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 60 kes jî birîndar bûn.  

Saziya meteorolojiyê ya Efganistanê ji bo heremên navîn û bakur û rojhilatê welat hişyariya barana zêde û lehiyan kir.